Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 8:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Wana ku ev yek bihîst, ji mezina girtî yek-yek derkʼetin. Îsa tʼenê ma û kʼulfet jî li wir sekinî mabû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Lê dema ku wan ev bihîst, ji mezinan bigire heta yê paşî yek bi yek derketin. Îsa bi serê xwe ma û jinik jî li wê derê rawestayî bû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 Ԝана кӧ әв йәк бьһист, жь мәзьна гьрти йәк-йәк дәркʼәтьн. Иса тʼәне ма у кʼӧлфәт жи ль ԝьр сәкьни мабу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 بِ بیهیستِنا وه قِسه، مَزِن و گوشگَ، یگ بَ یگ، ژه وِدَره چُن و عیسی گَل وه ژِنگه گو روبرویی وی راوَستا بو، تِنه ما.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 8:9
22 Iomraidhean Croise  

Û gava ev yek got, hʼemûyêd ku miqabilî Wî bûn şermî man. Û tʼemamîya eʼlaletê bona wan kʼeremetêd Wîye rʼûmetî ku Wî dikirin şa dibû.


Îsa serê Xwe bilind kir û wêrʼa got: «Eʼvdê, kʼanê ne? Kesekî tu neheq nekirî?»


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Serê sibehê zû Ew dîsa vegerʼîya pʼaristgehê, tʼemamîya cimeʼtê hate cem Wî. Ew rʼûnişt û destpêkir ew hîn kirin.


Qanûnzan û fêrisîya jineke ku zinêkʼarîyêda hatibû girtinê anîn û li ber hʼemûya dane sekinandinê.


Û dîsa Wî Xwe qûz kir û bi tʼilîya Xwe ser eʼrdê nivîsî.


Çimkî evana didine kʼifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şeʼdetîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.


Dibêjî: «Zinîyê neke», lê zinîyê dikî? Ji pʼûta zivêr î, lê pʼaristgehêd wan tʼalan dikî?


Lê heger dilê me dîsa me neheq ke, Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan