Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 7:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Piştî vê yekê Îsa li Celîlê digeriya. Wî nedixwest ku di Cihûstanê de bigere, çimkî serekên Cihûyan li kuştina wî digeriyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Пәй ве йәкерʼа Иса Щәлиледа дьгәрʼийа. Ԝи нәдьхԝәст кӧ Щьһустанеда бьгәрʼийа, чьмки щьһу пәй кʼәтьбун кӧ бькӧштана.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 پاشه وِنَ، عیسی مدَتَگه حَریما جلیله دا دِگَریا. اَوی نَدِخاست حَریما یهودیه دا بیت چون گو یهودی دوو گُشتِنا ویدا بون.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 7:1
19 Iomraidhean Croise  

Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin.


Lê gava rʼezvan çʼeʼv kurʼê wî kʼetin, hevrʼa gotin: ‹Ev warê wî ye. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîratʼa wî›.


Serekêd kʼahîna û qanûnzana ev yek ku bihîstin, destpêkirin ku çawa bikin Wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji Wî ditirsîyan, çimkî tʼemamîya eʼlaletê ser hînkirina Wî zendegirtî mabû.


Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe,


Hingê Îsa ku vê yekê pê hʼesîya, Ewî Cihûstan hişt û dîsa çû Celîlê.


Eva nîşana duda bû ku Îsa kir, gava Ew ji Cihûstanê hate Celîlê.


Pey vê yekêrʼa Îsa derbazî wî berî gola Celîlê bû, ku jêrʼa Teberîya dibêjin.


Wî çaxî cihû cejinêda lê digerʼîyan û digotin: «Ew kʼanê ye?»


Lê ji tirsa cihûya, kesî newêribû aşkere bona Wî tiştek bigota.


Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?»


Hingê hineke ji Orşelîmê gotin: «Eva ne ew e, yê ku dixwestin bikuştana?


Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?


Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin.


Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku rʼastî ji Xwedê bihîstîye, werʼa dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan