Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 6:51 - Peymana Nû (Încîl)

51 Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

51 Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

51 Әз ьм нане жийине кӧ жь әʼзмен һатьмә хԝаре. Кʼи кӧ жь Ви нани бьхԝә, ԝе һʼәта-һʼәтайе бьжи. Әԝ нане кӧ Әзе бона жийина дьнйайе бьдьм, әԝ бәдәна Мьн ә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

51 اَزِم اَو نانه ساخ گو ژه اَسمانی ژُردا هات. هَچی کَسه ژه وه نانی بُخُت، حَتا اَبَده دیه بژیت. نانه گو اَزه بُ ژیانا مِرُوه دُنیایه بِدَم، بَدَنه مِنَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 6:51
30 Iomraidhean Croise  

çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!


Û ewê ku dijî û bawerîya xwe Min tîne, ew qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»


Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv.


Çawa ku Mûsa berʼîyêda meʼr bilind kir, usa jî gerekê Kurʼê Mêriv bê bilindkirinê,


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Îsa wanrʼa got: «Ez im nanê jîyînê. Her kesê ku bê cem Min, ew qet birʼçî nabe û her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, tʼu car tʼî nabe.


Cihûya hindava Wîda bîna xwe teng kir, çimkî Wî got: «Nanê ku ji eʼzmên hate xwarê Ez im».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye.


Ez im nanê jîyînê.


Lê ev e ew nanê ku ji eʼzmên hatîye xwarê, wekî her kesê ku jê bixwe nemire.


Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, çawa ku nivîsar dibêje: ‹Wê ji nav-dilê wî çʼemêd ava jîyînê bikʼişin›».


Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Mêrno, jinêd xwe hʼiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hʼiz kir û jîyîna Xwe ber wêva da,


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


wê rʼîya nûye saxrʼa, ya ku Ewî bona me nava wê pʼerʼdêrʼa vekir, awa gotî bi bedena Xwe.


Xwe li Wî bigirin, Wî kevirê saxî ku ji meriva tʼexsîrkirî ye, lê ji Xwedêda bijartî û xweyîqedir e.


Ew e mecala baxşandina gunêd me û ne ku tʼenê gunêd me, lê gunêd tʼemamîya dinyayê jî.


Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan