Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 5:42 - Peymana Nû (Încîl)

42 lê Ez we nas dikim û zanim ku dilê weda hʼizkirina Xwedê tʼune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

42 Lê ez bi we dizanim, ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

42 ле Әз ԝә нас дькьм у заньм кӧ дьле ԝәда һʼьзкьрьна Хԝәде тʼӧнә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 بله اَز وَ باش ناس دِگَم گو وَ مُحبّتا خدا ناو دله خودا چِنینَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 5:42
17 Iomraidhean Croise  

Îsa wanrʼa got: «Hûn ew in yêd ku xwe ber meriva rʼast didine kʼifşê, lê Xwedê dilê we zane. Bizanibin ku ew tiştê nav merivada xweyîqedir e, ew li ber Xwedê hʼeram e.


Ne hʼewce bû, ku yekî hindava merivekîda şeʼdetî bida, çimkî Wî dilê meriva zanibû.


Îsa cara sisêya ji Petrûs pirsî: «Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, tu Min hʼiz dikî?» Hingê dilê Petrûs êşîya ku Wî sê cara wîrʼa got: «Tu Min hʼiz dikî?» û got: «Xudan, Tu her tiştî zanî, Tu zanî ku ez Te hʼiz dikim». Îsa wîrʼa got: «Pezêd Min biçʼêrîne.


Ez ne hʼewcê şikirdayîna merivayê me,


Ez bi navê Bavê Xwe hatim û hûn Min qebûl nakin. Lê heger yekî din bi navê xwe bê, hûnê wî qebûl kin.


Hûnê çawa bikaribin Min bawer bikin, heger hûn nav hevda rʼûmeta navê xwe digerʼin, lê ew rʼûmeta ku ji Xwedêyê bêşirîkî-bêhevale nagerʼin?


Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.


Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».


Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.


Çimkî fikira binyatʼa merivayê dijminê Xwedê ye, ew ber qanûna Xwedê xwe naşkêne, ne jî dikare.


Dinyayê hʼiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hʼiz dike, hʼizkirina Bavê nava wîda tʼune.


Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Ezê zarʼêd wê xim, bikujim û hʼemû civînê bizanibin ku Ez im, Yê dil û nêta eʼnene dike. Ezê li anegorî kirinêd we her yekî bidime we.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan