Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 5:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Lê Ez ne hʼewcê şeʼdetîya meriva me, Ez tʼenê van tişta dibêjim, wekî hûn xilaz bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

34 Lê ez şahidiya ku ji mirov tê naxwazim, lê belê ji bo ku hûn xilas bibin ez van dibêjim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

34 Ле Әз нә һʼәԝще шәʼдәтийа мәрьва мә, Әз тʼәне ван тьшта дьбежьм, ԝәки һун хьлаз бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 وِسا نینَ گو اَز هَوجَیی شَهادَتا گو انسان دِدَت بِم، بَلگو وان قِسانَ دِبِژِم گو اون نجاته پَیدا گَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 5:34
16 Iomraidhean Croise  

Orşelîm! Orşelîm! Tu ku pʼêxembera dikujî û şandîyêd cem xwe didî ber kevira. Çend cara Min xwest ku zarʼêd te usa bicivanda, çawa mirîşk cûcûkêd xwe bin baskêd xweda dicivîne, lê te nexwest!


Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Lê yekî din heye ku bona Min şeʼdetîyê dide û Ez zanim ew şeʼdetîya ku Ew bona Min dide rʼast e.


Ez ne hʼewcê şikirdayîna merivayê me,


Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.


Xûşk-birano! Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye.


Lê belê bona Îsraêlê dibêje: «Tʼemamîya rʼojê Min destê Xwe dirêjî miletekî serhʼişk û xweserîxwe kir».


Nehêle xirabî ser te kʼeve, lê bi qencîyê tu ser xirabîyê kʼeve.


Awa heger ji wan hinek amin neman, dibe ku ji dest bêaminîya wan Xwedê wê bêamin derê?


Bona sista dibime mîna sista, wekî yêd sist qazinc kim. Bona hʼemûya ez dikʼevime hʼalê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim.


Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.


Heger em şeʼdetîya meriva qebûl dikin, şeʼdetîya Xwedê hê zêde ye, çimkî eva şeʼdetîya Xwedê ye, ku bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan