Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 5:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Ji bo vê yekê serekên Cihûyan hê bêtir xebitîn ku wî bikujin. Çimkî wî ne bi tenê roja Şemiyê şikandibû, lê wî gotibû: «Xwedê bavê min bi xwe ye» û xwe bi Xwedê re yek girtibû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Бона ве йәке щьһуйа һе дькьр кӧ Ԝи бькӧжьн, чьмки Ԝи нә тʼәне рʼожа шәмийе тʼәрʼьбандьбу, ле Хԝәде кьрьбу Баве Хԝә у Хԝә һьмбәри Хԝәде кьрьбу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 ژه بَر خاطره وه هِنده، یهودی زِدَتِر ژه پِشتا دوو گُشتِنا ویدا بون. عیسی نه تِنه رُژا شَنبیه خُدان نَدِگِر، بَلگو حتا دِگُت گو خدا بابه ویَ و وِسا خو گَل خدادا یگ دِگِرت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 5:18
21 Iomraidhean Croise  

Yan jî we Qanûnêda nexwendîye, ku kʼahîn rʼojêd şemîyê pʼaristgehêda şemîyê dihʼerʼimînin û dîsa bê sûc in?


Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe,


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Em bona kirêd qenc Te nadine ber kevira, lê çimkî Tu Xwedê bêhurmet dikî! Tu meriv î, lê Xwe dikî Xwedê».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Îsa jêrʼa got: «Fîlîpo! Haqas wext Ez tʼevî we me û hê tu Min nas nakî? Yê ku Ez dîtime, Bav dîtîye. Tu çawa dibêjî: ‹Bavê nîşanî me ke›?


Cihûya lê vegerʼand û gotinê: «Qanûneke me heye û anegorî wê qanûnê gerekê Ew bê kuştinê, çimkî Wî Xwe Kurʼê Xwedê hʼesab kir».


Wî merivî çû cihûyarʼa gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye.


Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin.


Hingê Îsa li wan vegerʼand û got: «Bavê Min hʼeta niha şixulê Xwe dike, Ez jî dikim».


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.


Ne Mûsa Qanûn da we? Û ji we tʼu kes jî Qanûnê naqedîne. Hûn çima dixwazin Min bikujin?»


Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.


Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME».


Ew ku binyatʼa Xweda Xwedê bû, pey wê yekê nekʼet, ku bima weke Xwedê,


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


Îdî tiştê nifirʼlêbûyî li wir wê tʼunebe. Tʼextê Xwedê û yê Berx wê nav bajêrda be û xulamêd Wî wê jêrʼa xizmetkʼarîyê bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan