Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 5:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Wî merivî çû cihûyarʼa gilî kir, Yê ku ew qenc kirîye Îsa ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Mirov çû ji serekên Cihûyan re got yê ku ew sax kiriye Îsa ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 Ԝи мәрьви чу щьһуйарʼа гьли кьр, Йе кӧ әԝ ԛәнщ кьрийә Иса йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 اَو مِرُو چو و گُتَ یهودیا گو اَوه گو شفا دابو وی عیسی بو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 5:15
12 Iomraidhean Croise  

Lê ew meriv derkʼet destpêkir aşkere got û eva yeka bela kir, usa ku Îsa îdî nikaribû aşkere biçûya bajarekî, lê ji bajêr der li cîyêd xewle dima. Û cimeʼt ji her alîyava dihatine cem Wî.


Ev bû Şeʼdetîya Yûhʼenna: Gava cihûya ji Orşelîmê kʼahîn û lêwî şandin, wekî ji Yûhʼenna bipirsin, ku ew kʼî ye, Yûhʼenna hilda ser xwe,


«Werin Wî merivî bibînin, Yê ku hʼemû tiştêd ku min berê kiribûn minrʼa gotin. Gelo Ev e Mesîh?»


Hingê cihûya wî merivê qencbûyîrʼa got: «Îro şemî ye! Qanûn îzinê nade ku tu berʼa xwe hildî».


Wana jê pirsî: «Ew kʼî bû ku terʼa got: ‹Berʼa xwe hilde û bigerʼe?›»


Bona vê yekê îdî cihû pey Îsa kʼetin, çimkî Wî ev yekana rʼoja şemîyêda dikirin.


Bona vê yekê cihûya hê dikir ku Wî bikujin, çimkî Wî ne tʼenê rʼoja şemîyê tʼerʼibandibû, lê Xwedê kiribû Bavê Xwe û Xwe himberî Xwedê kiribû.


Fêrisîya jî jê pirsî, kʼa çawa çʼeʼvêd wî vebûne? Ewî wanrʼa got: «Hʼerʼî li çʼeʼvêd min da, min serçʼeʼvê xwe şûşt û niha ez dibînim».


Ewî li wan vegerʼand û got: «Ez nizanim Ew gunekʼar e, yan na, lê ez tʼenê tiştekî zanim ku ez kor bûm û niha dibînim».


Evî merivî li wan vegerʼand û got: «Hema ev e eʼcêba giran, ku hûn nizanin Ew ji kʼu ye, lê Wî çʼeʼvêd min vekirin.


Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan