Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 4:36 - Peymana Nû (Încîl)

36 Yê ku didirû heqê xwe distîne û bona jîyîna hʼeta-hʼetayê ber tʼop dike, wekî yê diçîne û yê didirû bi hevrʼa şa bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

36 Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber dicivîne, da hem ê ku diçîne û hem ê ku didirû bi hev re dilgeş bibin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

36 Йе кӧ дьдьру һәԛе хԝә дьстинә у бона жийина һʼәта-һʼәтайе бәр тʼоп дькә, ԝәки йе дьчинә у йе дьдьру бь һәврʼа ша бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 نَهَ اَوه گو دِدوروت حَقه خو دِستینیت و حاصِلَگه بُ ژیانا اَبَدی خِر دِگَت، گو اَوه گو دِچینیت و اَوه گو دِدوروت گَل یِگودو کَیف خوشیه بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 4:36
20 Iomraidhean Croise  

Û hʼemûyêd ku mala xwe, yan birêd xwe, yan xûşkêd xwe, yan bavê xwe, yan dîya xwe, yan jina xwe, yan zarʼêd xwe, yan eʼrdêd xwe bona navê Min hiştine, ewê sed qat bistîne û wê jîyîna hʼeta-hʼetayê jî war be.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Lê ewê ku ji wê avê vexwe, ya ku Ez bidimê, ewê tʼu car tʼî nebe. Belê ew ava ku Ezê bidime wî, wê dilê wîda bibe kanîke avê, ku wê bona jîyîna hʼeta-hʼetayê bilq bide».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


Jîyîna hʼeta-hʼetayê wê bide wan, yêd ku tʼimê bi dûmika dirêj nava kirinêd qencda ne, ku hurmetê, rʼûmetê û nemirîyê dixwazin.


Lê niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê hʼelalîyê diçinin û axirîya wan jî jîyîna hʼeta-hʼetayê ye.


Çimkî maşê gune mirin e, lê pʼêşkʼêşa Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa.


Û heger min ev yeka bi hʼemdê xwe bikira, hingê xelata minê hebûya, lê ez vê yekê ne bi hʼemdê xwe dikim, çimkî eva qulixek e li min hatîye spartinê.


Awa îdî çi ye xelata min? Ev e, ku ez dannasînîya xweda Mizgînîyê bê heq bidim, îzina xwe Mizgînîdayînêda bi zora xwe pêk neynim.


Belê kʼî ye gumana me, yan jî şabûn, yan ew kʼofîya em pê difirʼin, ber Xudanê me Îsa, wî zemanê hatina Wîda, heger ne hûn?


Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kʼîjanêd guhdarîya te dikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan