Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 3:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Yê ku ji bedenê dibe beden e, yê ku ji Rʼuhʼ dibe rʼuhʼ e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Yê ku ji bedenê çêdibe beden e, yê ku ji Ruh çêdibe ruh e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Йе кӧ жь бәдәне дьбә бәдән ә, йе кӧ жь Рʼӧһʼ дьбә рʼӧһʼ ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 اَوه گو ژه جسم بِتَ دُنیایه، جسمَ بله اَوه گو ژه رِحا خدا بِتَ دُنیایه، رِحَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 3:6
25 Iomraidhean Croise  

Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.


Tu eʼcêbmayî nemîne ku Min terʼa got: Gerekê hûn dîsa nû bibin.


Ez zanim ku nava minda, awa gotî binyatʼa minda, tʼu tiştê qenc namîne, çimkî xîreta min qebûl nake, lê ew yek minrʼa li hev nayê.


(Şikir ji Xwedêrʼa, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!) Bi vî awayî ez xwexa bi hʼiş-aqilê xwe xulamtîyê qanûna Xwedêrʼa dikim û bi qalibê xwe xulamtîyê qanûna gunarʼa dikim.


Çimkî gava me hê bi binyatʼa merivayê dijît, temê guna, ku ji Qanûnê serî hildidan, nava qalibêd meda ya xwe dikirin, ku em berê mirinê bidin.


Çimkî heger hûn li gora binyatʼa merivayê bijîn, hûnê bimirin, lê heger hûn bi Rʼuhʼ kirêd binyatʼa merivayê bikujin, hûnê bijîn.


Lê ewê ku tʼevî Xudan dibe, dibe rʼuhʼek.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Û ewêd ku pʼara Mesîh Îsa ne, binyatʼa xwe bi tʼevî temêd xirab û havijîyava ser xaç kuştine.


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Yektîya Wîda hûn bi sineta bê dest ji alîyê Mesîhda dilê xweda hatine sinetkirinê, ji binyatʼa xweye gunekʼar hatine birʼînê.


Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan