Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 3:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Îsa bersîva wî da û got: «Bi rastî, bi rastî ez ji te re dibêjim ku mirovek ji nû ve çênebe, ew nikare Padîşahiya Xwedê bibîne.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Иса ле вәгәрʼанд у готе: «Әз рʼаст бе хельф тәрʼа дьбежьм, һәгәр мәрьвәк диса ну нәбә, әԝ нькарә Пʼадшатийа Хԝәде бьбинә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 عیسی گُتَ وی: «بَراستی، بَراستی، اَز بُ تَ دِبِژِم، حَتا مِرُوَگ جارَگه دی نَیِتَ دُنیایه نِگاریت پادشاهیا خدا بِبینیت.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 3:3
32 Iomraidhean Croise  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Xwezî li te, Şimhʼûnê kurʼê Yûhʼenna, çimkî xûn û goşt ev yek eʼyanî te nekirin, lê Bavê Minî eʼzmana.


Ez dîsa werʼa dibêjim, deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê».


Niha ji van her du kurʼa kʼîjanî gurʼa bavê xwe kir?» Wana gote Wî: «Yê mezin». Îsa jî gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku xercgir û çʼeʼvder wê berî we bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê.


Ez rʼast werʼa dibêjim, berî derbazbûna eʼrd û eʼzman, deqek yan jî hʼerfeke biçʼûk ji Qanûnê wê tʼu car unda nebe, hʼeta ku hʼemû bêne sêrî.


Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye.


Heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe! Bona te hê qenc e, ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî Pʼadşatîya Xwedê, ne ku du çʼeʼvê te hebin û bêyî avîtinê ceʼnimê.


Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.


Rʼonayî teʼrîstanîyêda şewq dide û teʼrîstanîyê Pê nikaribûye.


Û jêrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûnê bibînin eʼzman vebûye û milyakʼetêd Xwedê çawa ji ser Kurʼê Mêriv hildikʼişin, peya dibin».


«Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin û ava rʼeş anî ser hʼişê wan, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi hʼişa feʼm nekin û venegerʼin ku Ez wan qenc kim».


Nîkodêmo jê pirsî: «Meriv ku îdî mezin bûye, ew çawa dikare dîsa nû bibe? Qet dibe ku ew careke din bikʼeve zikê dîya xwe û ji dîya xwe dîsa bibe?»


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Belê ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî ew e, ku bibin eʼfirînekî nû.


Hûn ji dest neheqî û gunêd xwe mirî bûn,


Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe.


Milyakʼetê civîna Lawdikyayêrʼa binivîse bêjê: ‹Yê Amîn› aha dibêje, Ew şeʼdê rʼast û amin, çʼeʼvkanîya eʼfirîn û xuliqîyêd Xwedê:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan