Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 3:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Yûhʼenna cab da û got: «Merivek nikare tiştekî hilde ser xwe, heger ew ji eʼzmên jêrʼa nehatibe dayînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

27 Yûhenna bersîv da û got: «Eger ji yekî re ji ezmên neyê dayîn, ew nikare tiştekî bistîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

27 Йуһʼәнна щаб да у гот: «Мәрьвәк нькарә тьштәки һьлдә сәр хԝә, һәгәр әԝ жь әʼзмен жерʼа нәһатьбә дайине.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 یحیا جیواب دا: «چه کَس نِگاریت دِشدَگه بینیتَ دَست، خِنجی هِنده گو اَو دِشد ژه آلیه خدا بُ وی هاته بیتَ دایین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 3:27
27 Iomraidhean Croise  

Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji kʼu bû, ji eʼzmên bû, yan ji meriva bû?» Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê merʼa bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?›


Pênc telant dane yekî, du telant dane yekî û telantek jî da yekî, her kesîrʼa weke qewata wî û rʼêkʼet çû.


Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne.


Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûhʼenna tʼu nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûhʼenna derheqa Vî merivîda gotine, hʼemû rʼast derkʼetin».


Û Wî got: «Bona vê yekê Min werʼa got: Kesek nikare bê cem Min hʼeta ku ew ji alîyê Bavêda jêrʼa nehatibe dayînê».


Bi Wî me kʼerema şandîtîyê stand, wekî bona navê Wî hʼemû mileta hîn kin, ku bawer bikin û guhdar bin.


Awa anegorî wê kʼerema merʼa hatîye dayînê, pʼêşkʼêşêd xweye cûrʼe-cûrʼe bidine xebatê. Heger pʼêşkʼêşa pʼêxembertîyê ye, bira weke wê çapa bawerîyê bidine xebatê,


Ji Pawlosê ku bi eʼmirê Xwedê şandîtîya Mesîh Îsarʼa gazîkirî, tʼevî Sostênîsê bira,


Ev hʼemû jî xût Xwexa ew Rʼuhʼ dike û her kesîrʼa başqe-başqe pʼarevedike, çawa ku dixwaze.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Îdî kʼî ye Apolo? Kʼî ye Pawlos? Ew qulixkʼarêd Xwedê ne, bi kʼîjana we bawer kir. Xudan çiqas şixul daye wan her kesî, haqasî jî dikin.


Kʼî te ji xelqê firqî dike? Çî te heye, ku te pʼêşkʼêş nestandîye? Lê wekî te standîye, çima pʼeyê xwe didî çawa te nestandibe?


Ez Pawlosê şandî, ne ku ji alîyê merivada yan bi destê meriva kʼifşbûyî me, lê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedê, Yê ku Ew ji mirinê rʼakir,


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Her dayîna qenc û her pʼêşkʼêşa kʼamil ji jor e, ji Bav, ji Eʼfirandarê rʼonaya tê xwarê, Yê ku ne Xwexa tê guhastinê, ne jî sî ber Wî dadigerʼe.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan