Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 21:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Eva gotina nava xûşk-birada bela bû, yanê ew şagirtê nemire. Lê belê Îsa bona wî negotibû, ku ew namire, lê gotibû: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Loma gotina ku ew şagirt namire, di nav birayan de belav bû. Lê belê Îsa ji bo wî negotibû ku ew namire, lê gotibû: «Eger ez bixwazim ew bimîne heta ku ez bêm, te çi ji vê ye?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Әва готьна нава хушк-бьрада бәла бу, йане әԝ шагьрте нәмьрә. Ле бәле Иса бона ԝи нәготьбу, кӧ әԝ намьрә, ле готьбу: «Һәгәр Әз бьхԝазьм кӧ әԝ бьминә һʼәта Әз бем, чи тәрʼа йә?»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 ایجا اَو قِسَیَ ناو بِرایادا بو دَنگ گو اَو شاگِرد نامِریت، بله عیسی نَگُتَ پِطرُس گو اَو نامِریت، بَلگو گُت: «هَگو اَز بِخازِم گو حَتا اَز تِم اَو ساخ بِمینیت، چه شُلا تَ بِ کَتیَ؟»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 21:23
12 Iomraidhean Croise  

Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Wir me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em hʼeftêkê wir bimînin. Û bi vî awayî em gihîştine Rʼomê.


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


Her car, gava hûn vî nanî bixwin û ji vê kʼasê vexwin, mirina Xudan bikine dengî, hʼeta hatina Wî.


Awa ji wext zûtir loma nekin, hʼeta hatina Xudan. Ewê tiştêd teʼrîyêda veşartî derxe rʼonayê û şêwirêd dila bide eʼyankirinê. Û hingê her kesê qîmetê xwe ji Xwedê bistîne.


Awa xûşk-birano, sebir kin hʼeta hatina Xudan. Dîna xwe bidinê, cotkʼar hîvîya berê eʼrdêyî bi qîmet e, bona wê yekê sebir dike hʼeta barana pêşin û paşin lêde.


lê tʼenê çî we heye qewîn bigirin, hʼeta ku Ez bêm.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan