Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 20:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Rʼoja yekşemê, qereberbanga sibehê zû, Meryema Mejdelanî çû ser tʼirbê. Dîna xwe dayê, wê kevir ji ber derê tʼirbê wêda kirî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Рʼожа йәкшәме, ԛәрәбәрбанга сьбәһе зу, Мәрйәма Мәждәлани чу сәр тʼьрбе. Дина хԝә дайе, ԝе кәвьр жь бәр дәре тʼьрбе ԝеда кьри йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 له یِکِمین رُژا هَفتیه، سِبیزو وقته هِشتا هوا تاری بو، مریمه مَجدَلیّه هاتَ سَر مَزاره و دیت گو بَره پِشیا دَره مَزاره هاتیَ راگِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 20:1
19 Iomraidhean Croise  

Meryema Mejdelanî, Meryema dîya Aqûb û Ûsiv û dîya her du kurʼêd Zebedî li nav wanda bûn.


û danî nav tʼirba xweye nû ku qeyêda kʼolabû. Paşê ewî kevirekî mezin holî ber derê tʼirbê kir û çû.


Niha eʼmir ke ku hʼeta rʼoja sisîya miqatî tʼirbê bin, nebe ku şagirtêd Wî bên Wî bidizin û cimeʼtêrʼa bêjin: ‹Ew ji mirinê rʼabûye›. Îdî xalifandina paşîyê ji ya pêşîyê xirabtir be».


Ew jî çûn miqatî tʼirbê bûn, kevir mor kirin û eskerêd nobedar li ber danîn.


Pey şemîyêrʼa, rʼoja yekşemê serê sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku tʼirbê bibînin.


Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, çimkî milyakʼetekî Xudan ji eʼzmên hate xwarê, kevir ji ber tʼirbê wêda kir û ser rʼûnişt.


Wî qedekê kʼitanî kʼirʼî, cinyaz anî xwarê, pê kʼefen kir, tʼirbekêda danî, ya ku qeyêda kʼolayî bû. Kevirek hol kire ber derê tʼirbê.


Gava Îsa rʼoja hʼeftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê rʼabû, Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir, ya ku hʼeft cin jê derxistibû.


Li ser vê yekê Îsa dîsa kʼûr kʼeser kʼişand û çû ser tʼirbê. Ew tʼirb şkeftek bû û kevirek ber devê wê bû.


Hingê kevir wêda kirin. Îsa serê Xwe bilind kir û got: «Bavo, Ez zeʼf rʼazî me ku Te dengê Min bihîst.


Li ber xaçê Îsa dîya Wî, xatîya Wî, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî sekinî bûn.


Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa».


Rʼoja hʼeftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê rʼoja din biçûya, wanarʼa xeber dida û hʼeta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir.


Her yekşem, destê ji we her kesîva çiqas tê, bira tiştekî destê xwerʼa paş xe, nebe ku gava ez bêm, hingê bê tʼopkirinê.


Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan