Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 2:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Îsa û şagirtêd Wî jî bona deʼwatê hatibûne tʼeglîfkirinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Îsa û şagirtên xwe jî ji bo dîlanê hatibûn vexwendin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Иса у шагьртед Ԝи жи бона дәʼԝате һатьбунә тʼәглифкьрьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 عیسی ژی گَل شاگِردِت خو هاته بونَ گازی گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 2:2
30 Iomraidhean Croise  

Ewê ne bikʼeve hʼucetê, ne bike qarʼe-qarʼ û ne jî yekê dengê Wî meydanada bibihê.


Pʼadşayê jî wanrʼa bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji van xûşk-birêd Mine yê herî biçʼûk yekîrʼa kir, we Minrʼa kir›.


Wî çaxî Ewê caba wan bide û bêje: ‹Ez rʼast werʼa dibêjim, heger we qencî ji evêd herî biçʼûk yekîrʼa nekir, we Minrʼa jî nekir›.


Pey vê yekêrʼa, Îsa tʼevî dîya Xwe, birêd Xwe û şagirtêd Xwe çû Kefernahûmê, lê gelek rʼoja Ew li wê derê neman.


Hate bîra şagirtêd Wî ku aha hatîye nivîsarê: «Xîreta hindava mala Teda agir Min dixe».


Peyrʼa gava Ew ji mirinê rʼabû, şagirta ew gotina Wî anî bîra xwe û wana ew nivîsar û gotina Îsa bawer kirin.


Gava kêmasî kʼete şeravê, dîya Îsa jêrʼa got: «Şerava wan nema».


Pey vê yekêrʼa Îsa û şagirtêd Wî çûne qeza Cihûstanê. Îsa li wê derê tʼevî wan dima û dinixumand.


lê rʼast Îsa Xwexa nedinixumand, lê şagirtêd Wî dinixumandin.


Şagirta ji hevdu pirsî: «Gelo kesekî jêrʼa xwarin anîye?»


Şagirtêd Wî jî çûbûne bajêr, ku xurek bikʼirʼin.


Û gava tʼêr xwarin, Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Wan hûrikêd bermayî bidine hev, wekî tiştek pʼûçʼ nebe».


Gava rʼo çû ava, şagirtêd Wî berjêrî devê golê bûn.


Ji şagirtêd Wî geleka gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ev çi xeberne giran in! Kʼî dikare guhdarîya gotinêd Wî bike?»


Bona vê yekê ji şagirtêd Wî gelek paşda çûn û îdî tʼevî Wî nedigerʼîyan.


Hingê Îsa ji her donzdeha pirsî: «Dibe ku hûn jî dixwazin herʼin?»


Îsa li wan vegerʼand û got: «Çima Min hûn her donzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we cin e».


Wî ev yek bona Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî digot, çimkî rʼast e ew yek ji her donzdeha bû, lê dîsa wê nemamîya Îsa bikira.


Ji şagirta yekî, Endrawisê birê Şimhʼûn-Petrûs gote Wî:


birêd Wî jêrʼa gotin: «Ji vir rʼabe herʼe Cihûstanê, wekî şagirtêd Te ew kirêd ku Tu dikî bibînin.


ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê.


Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.


Awa heger hûn bixwin, vexwin, yan çi şixulî ku hûn bikin, her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin.


Jin ne xweserîxwe ye hʼeta ku mêrê wê sax e, lê heger mêr lê bimire, ew aza ye, tʼevî kʼê bixwaze dikare mêr ke, tʼenê bawermendê Xudan be.


Û çi jî ku hûn bi xebera yan kira bikin, her tiştî bi saya navê Xudan Îsa bikin, bi destê Wî şikirîyê bidine Bav Xwedê.


Hʼal-zewac hʼemûyarʼa nav-namûsî be û cî-nivîn hʼelal be, çimkî Xwedê wê dîwana çʼeʼvder û zinêkʼara bike.


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan