Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 2:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Eva nîşana Îsaye pêşin bû, ku Wî Qanaya Celîlêda kir. Bi vî awayî Ewî rʼûmeta Xwe da xuyakirinê û şagirtêd Wî bawerîya xwe Wî anîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Ev nîşana ku Îsa li Qenaya Celîlê çêkir a pêşî bû. Bi vî awayî wî rûmeta xwe da xuyakirin û şagirtên wî bawerî pê anîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Әва нишана Исайә пешьн бу, кӧ Ԝи Ԛанайа Щәлиледа кьр. Бь ви аԝайи Әԝи рʼумәта Хԝә да хӧйакьрьне у шагьртед Ԝи баԝәрийа хԝә Ԝи анин.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 اَوَ، یِکِمین نیشانا وی بو، عیسی اَو شُلَ گُنده قانایا حَریما جلیله دا گِر و شُکوه و جلالا خو آشگَرا گِر و شاگِردِت وی ایمان اینانَ وی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 2:11
43 Iomraidhean Croise  

Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Rʼoja dinê Îsa qirar kir ku herʼe Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêrʼa got: «Pey min were!»


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Tu bona vê yekê bawer dikî, wekî Min terʼa got: ‹Min tu li binê dara hêjîrê dîtî?› Tê tiştêd ji vê mestir bibînî».


Gelek meriv dihatine cem Wî û nav xweda digotin: «Yûhʼenna tʼu nîşan nekir, lê çi tiştêd ku Yûhʼenna derheqa Vî merivîda gotine, hʼemû rʼast derkʼetin».


Û Ez şa me ku ne li wira bûm, çimkî eva yeka wê bona kʼara bawerîya we be. Lê dîsa werin em herʼine cem wî».


Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike.


Bona vê yekê cimeʼt pêşîya Wîda çû, çimkî wana bihîstibû ku Ewî eva nîşana kirîye.


Ser haqas nîşanarʼa ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn.


Îşaya aha got, çimkî wî rʼûmeta Îsa dît û li ser Wî xeber da.


Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê.


Bav Xwexa we hʼiz dike, çimkî we Ez hʼiz kirime û bawer kirîye ku Ez ji cem Xwedê hatime.


Niha em feʼm dikin, ku Tu her tiştî zanî û ne hʼewce ye ku ji Te bipirsin, Tu pêşda cabê didî. Bona vê yekê em bawer dikin, ku Tu ji cem Xwedê hatîyî».


Du rʼoja şûnda bajarê Qanaya Celîlêda deʼwatek hebû. Dîya Îsa jî li wê derê bû,


Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Hingê Îsa ku vê yekê pê hʼesîya, Ewî Cihûstan hişt û dîsa çû Celîlê.


Îsa dîsa çû Qanaya Celîlê, kʼîderê av kiribû şerav. Wê derê qulixkʼarekî qesirê hebû, ku kurʼê wî li Kefernahûmê nexweş bû.


Eva nîşana duda bû ku Îsa kir, gava Ew ji Cihûstanê hate Celîlê.


wekî hʼemû qedirê Kurʼ bizanibin, çawa qedirê Bavê zanin. Yê ku qedirê Kurʼ nizane, ew qedirê Bavê ku Ew şandîye jî nizane.


Gava van meriva dît ku Îsa ev nîşan kir, gotin: «Rʼast Ev e ew pʼêxemberê ku wê bihata dinyayê!»


Eʼlaleteke giran pey Wî diçû, çimkî wan ew nîşanêd kʼeremet dîtibûn, yêd ku Wî li ser nexweşa kiribûn.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hûn li Min digerʼin, ne ku bona wê yekê, ku we nîşan dîtine, lê bona wê yekê, ku we ji wî nanî xwar û tʼêr bûn.


Wana ser vê yekê jêrʼa got: «Ku usa ye Tê çi nîşanê bikî, wekî em bibînin û Te bawer bikin? Tê çi şixulî bikî?


Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Hingê hineke ji fêrisîya got: «Ev meriva ne ji Xwedê ye, çimkî Ew rʼoja şemîyê xwey nake». Lê hineka jî digot: «Merivekî gunekʼar çawa dikare van kʼeremeta bike?» Bi vî awayî nav wanda bû dutîretî.


Awa em hʼemû jî rʼûkî bêxêlîkirî mîna neynikê şewqa rʼûmeta Xudan vedigerʼînin û em bi derecêd rʼûmet bi rʼûmetê têne guhastinê, dibine xût ew sûretê Wî, ev yek bi alîkʼarîya Xudan e, ku xwexa Rʼuhʼ e.


Çimkî cefêd meye dem-deme sivik me dikine xweyîyê rʼûmeta girane hʼeta-hʼetayêye bê himber.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Ez van tişta werʼa dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye hʼeta-hʼetayê heye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan