Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 19:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Pîlato dîsa derkʼete derva û wanrʼa got: «Va ye niha ez Wî tînime derva cem we, wekî hûn bizanibin ku min tʼu sûc Wîda nedîtîye».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Pîlatos dîsa derket derve û ji wan re got: «Va ye, niha ez wî tînim derve ba we, da ku hûn bizanin ku min tu sedemê sûcdarkirina wî nedîtiye.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Пилато диса дәркʼәтә дәрва у ԝанрʼа гот: «Ва йә ньһа әз Ԝи тиньмә дәрва щәм ԝә, ԝәки һун бьзаньбьн кӧ мьн тʼӧ сущ Ԝида нәдитийә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 پاشه پیلاتُس دیسا هاتَ دَروَ و گُتَ وان: «بَرخودَنه، مِن اَو اینا دَروَ لاره وَ گو اون بِزانِن اَز چه تقصیرَگه ناو ویدا نابینِم.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 19:4
16 Iomraidhean Croise  

Gava ew li herema dîwanê rʼûniştibû, kʼulfeta wî cab şand û got: «Kʼarê te ewî Bêsûc nekʼetîye, çimkî vê şeva derbazbûyî xewnêda bona Wî gelek tişt ser minrʼa derbaz bûn».


Pîlato jî dît, wekî tiştek kʼarê nade, lê hê şerʼ û deʼw destpêdibe, av hilda li ber eʼlaletê destêd xwe şûştin û got: «Ez ji xûna Vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrʼin».


û got: «Min gune kir. Ez bûme sebebê xûna bêsûc». Wana jî gote wî: «Çî merʼa ne? Tu zanî».


Çaxê sersed û ewêd ku tʼevî wî nobedarîya Îsa dikirin, eʼrdhʼej û ew hʼemû tiştê qewimî dîtin, rʼisasê ew girtin û gotin: «Rʼastî jî Eva Kurʼê Xwedê bû!»


Pîlato serekêd kʼahîna û eʼlaletêrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vî merivîda nabînim».


Ev heqê me ye, ku ez û tu anegorî eʼmelêd xwe dikʼişînin, lê Evî tʼu xirabî nekirîye».


Sersed ev tiştê bûyî ku dît, şikirî da Xwedê û got: «Rʼastî Eva merivekî rʼast bû».


Hingê Pîlato dîsa kʼete qesira welî, gazî Îsa kir û jê pirsî: «Tu yî Pʼadşê cihûya?»


Pîlato jê pirsî: «Rʼastî çi ye?» Pey vê pirsêrʼa, Pîlato dîsa derkʼete derva cem cihûya û wanrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vîda nabînim.


Gava serekêd kʼahîna û nobedara Ew dît, kirine qîrʼîn û gotin: «Wî xaç ke, Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Hûn Wî bibin xaç kin. Ez xwexa tʼu sûcî Wîda nabînim».


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.


lê pê xûna Mesîhe qîmet-giran, ku ew çawa berxekî bêqusûr û bêlekʼe bû.


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê eʼyan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune tʼune.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan