Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 17:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda tʼemam be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Lê niha ez têm ba te û hê ku ez li dinyayê me, ez van gotinan dibêjim, ji bo ku şabûna min di dilê wan de temam bibe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Ле ньһа Әз темә щәм Тә у ван йәка дьнйайеда дьбежьм, ԝәки шабуна Мьн дьле ԝанда тʼәмам бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بله نَهَ اَز تِمَ لاره تَ، و اَز وان قِسانَ وقته گو اَز هِشتا ناو دُنیایه دا مَ دِبِژِم، گو شادیا مِن کامِل ناو خودا هَبِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 17:13
17 Iomraidhean Croise  

Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we tʼemam be.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî pê Min hûn xweyê eʼdilayîyê bin. Hûnê dinyayêda tengasîyê bibînin, lê mêrxas bin! Min dinya kire bindestê Xwe».


Niha Ez tême cem Te, Ez îdî ne dinyayêda me, lê ewana dinyayêda ne. Ya Bavê Pîroz! Pê wî navê Xweyî ku Te daye Min van xwey ke, wekî bibin yek, çawa Ez û Tu yek in.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn.


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


De îdî em dîna xwe bidine Îsa, wî Pêşîkʼêşî û Kʼamilkirê bawerîya me, Yê ku bona wê şabûna pêşîya Xwe xaç hilanî, şerm ber tiştekî hʼesab nekir, paşê kʼêleka Xwedêye rʼastê ser tʼext rʼûnişt.


Em van tişta werʼa dinivîsin, wekî şabûna me tʼemam be.


Gelek tiştêd mine nivîsarê werʼa hene, lê min nexwest ser kʼaxazê bi hʼubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û rʼû bi rʼû tʼevî we xeber dim, wekî eşqa me tʼemam be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan