Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 15:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Her çʼiqilê Minva ku ber nade ew dibirʼe. Lê ew çʼiqilê ku ber dide ji çirpîya paqij dike, wekî hê gelekî ber bide.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire; her şivika ku fêkî dide jî, ji bo ku bêtir fêkî bide dikezixîne û paqij dike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 Һәр чʼьԛьле Мьнва кӧ бәр надә әԝ дьбьрʼә. Ле әԝ чʼьԛьле кӧ бәр дьдә жь чьрпийа паԛьж дькә, ԝәки һе гәләки бәр бьдә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 هَچی چِقِلا گو ناو مِدا اِرمیشه نَینیت، بابه مِن اَوه دِبِریت، و هَچی چِقِلا گو اِرمیشه بینیت، اَوه هَرَس دِگَت گو زِدَتِر اِرمیشه بینیت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 15:2
42 Iomraidhean Croise  

Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.


Îsa meseleke din jî wanarʼa got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna hevîrtirʼşk e, ku kʼulfetekê hilda, nava sê kod arda stira, hʼeta ku hʼemû hilat».


Ewî li wan vegerʼand û got: «Her dara ku Bavê Minî Eʼzmana daneçʼikandîye, wê ji kʼokêva bê rʼakirinê.


Ser rʼê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêştirî belga tiştekî din pêva nedît û darêrʼa got: «Ji vir şûnda tu hʼeta-hʼetayê ber nedî!» Û dar pêrʼa-pêrʼa hʼişk bû.


Çimkî yê kʼê ku heye, wîrʼa wê bê dayînê û serda zêde be, lê yê kʼê ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.


Va ye bivir li ser rʼawê darê ye. Her dara ku berê qenc neyne, wê bê birʼînê û avîtinê nava êgir.


Melhʼeba Wî destê Wîda ye. Ewê bêdera Xwe paqij ke, genimê Xwe bike eʼmbarê, lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne».


Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir.


Û ewêd eʼrdê qencda hatine çandinê ew in, ku xeberê dibihên, qebûl dikin, hinek sî, hinek şêst û hinek jî sed car ber didin».


Tʼoximêd ku kʼetine cîyê kevirî ew in, yêd ku gava xeberê dibihên, bi eşq û şa qebûl dikin. Lê çimkî rʼawêd wan tʼunene, demeke kin bawer dikin û wextê cêrʼibandinê dikʼevin.


Ez im kʼola tirîyêye rʼast, Bavê Min jî rʼezvan e.


Ne ku we Ez bijartim, lê Min hûn bijartin û kʼifş kirin, wekî hûn herʼin ber bidin û berê we bimîne. Hingê hûn çi ku pê navê Min ji Bavê bixwazin, Ewê bide we.


Hûn îdî paqij in bi wê gotinê ya ku Min werʼa gotîye.


Heger yek Minva nemîne, ew mîna çʼiqilekî wêda avîtî ye, ku hʼişk dibe. Û tʼop dikin davêjine nava êgir dişewitînin.


Bi vê yekê Bavê Minê bê rʼûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kʼifşê, ku hûn bûne şagirtêd Min.


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Heger ji wan çʼiqila hinek şkestin, lê tu, necihû dara zeytʼûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî servakirinê û tʼevî qinyata rʼawêd zeytʼûnê bûyî,


Awa dîna xwe bide şîrinayî û hʼişkîya Xwedê, Ew hʼişk e hindava ji rʼêkʼetîyada û şîrin e hindava teda, heger nava şîrinayîyêda bimînî. Lê heger na, tê jî bêyî birʼînê.


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.


Ewî Xwe bona me da der, ku me ji hʼemû neheqîya xilaz ke û paqij ke, bike cimeʼta Xweye xîretkʼêşêd kirinêd qenc.


Haş ji xwe hebin, nebe ku ji we yek destê xwe ji kʼerema Xwedê bike û nebe ku yek nava weda bibe rʼawekî teʼl tengasîyê bide û geleka jeʼrdadayî ke.


Hinek ji nava me derkʼetin, lê ew ne ji me bûn. Heger ew ji me bûna, wê tʼevî me bimana. Lê ew ji nava me derkʼetin, ku eʼyan be, ew hʼemû ne ji me bûn.


Ez kʼîjana hʼiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim. Bona vê yekê xîret ke û ji gunekirinê vegerʼe!


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan