Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 15:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Һәгәр һун тʼәмийед Мьн хԝәй кьн, һуне һʼьзкьрьна Мьнда бьминьн, чаԝа кӧ Мьн тʼәмийед Баве Хԝә хԝәй кьрьн у һʼьзкьрьна Ԝида дьминьм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 هَگو اون اَمرِت مِن بیننَ جی، اونه ناو مُحبّتا مِدا بِمینِن؛ هَ وِسا گو مِن اَمرِت بابه خو اینانَ جی و اَز ناو مُحبّتا ویدا دِمینِم.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 15:10
28 Iomraidhean Croise  

Tʼu kes wî eʼmirî ji Min nastîne, lê Ez Xwexa wî didim. Hʼukumê Min heye, Ez wî bidim û hʼukumê Min heye dîsa wî bistînim. Min ev tʼemî ji Bavê Xwe standîye».


Çimkî Min xweserîxwe negotin, lê Bavê ku Ez şandime, Ewî tʼemî daye Min ku Ez çi bêjim û çi xeber dim.


Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.


Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


lê bira dinya bizanibe wekî Ez Bavê hʼiz dikim û Bavê çawa tʼemî li Min kirîye Ez usa dikim. Rʼabin, em ji vir herʼin.


Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».


Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.


Ne sinetbûn tiştek e û ne jî nesinetbûn, lê serî tʼemîyêd Xwedê qedandin e.


Heyneser xûşk-birano, em bi navê Xudan Îsa hîvî û rʼeca ji we dikin, ku hûn çawa ji me hîn bûn usa bimeşin, ku li Xwedê xweş bên, çawa diçin jî û wê yekêda hê pêşda herʼin.


Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.


Wanrʼa hê qenc bû, ku qet ev rʼîya heqîyê nas nekirana, ne ku pey naskirinêrʼa ji wê tʼemîya pîroz dagerʼîyana, ya ku wanrʼa hate dayînê.


Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin.


Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:


Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.


Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in,


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan