Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 14:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Gava Ez herʼim û werʼa cî hazir kim, Ezê dîsa bêm û we bibime cem Xwe, wekî Ez li kʼu bim, hûn jî li wê derê bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Гава Әз һәрʼьм у ԝәрʼа щи һазьр кьм, Әзе диса бем у ԝә бьбьмә щәм Хԝә, ԝәки Әз ль кʼӧ бьм, һун жи ль ԝе дәре бьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 و وقته گو اَز چُم و مِن بُ وَ جیَگ حاضِر گِر، اَزه دیسا بِم و وَ بِبَمَ لاره خو، گو اون ژی وِدَره بِن اَو جیه گو اَز تِدامَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 14:3
20 Iomraidhean Croise  

Ewê ku bixwaze Minrʼa xizmetkʼarîyê bike, bira pey Min bê. Ez li kʼu derê bim, xizmetkʼarê Min jî wê li wê derê be. Heger yek Minrʼa xizmetkʼarîyê dike, Bav jî wê qedirê wî bigire.


We bihîst ku Min werʼa got: ‹Ezê herʼim, lê dîsa ser weda bêm!› Heger we Ez hʼiz bikirama, hûnê şa bibûna ku Ez diçime cem Bavê, çimkî Bav ser Minrʼa ye.


Hûn rʼîya wî cîyê ku Ez diçimê zanin».


Ya Bavo, Ez dixwazim wekî yêd ku Te dane Min, Ez li kʼu bim, ew jî tʼevî Min bin, wekî ew rʼûmeta ku Te daye Min bibînin, çimkî hê berî eʼfirandina dinyayê Te Ez hʼiz kirime.


û gotin: «Gelî celîlîya! Hûn çima usa sekinî ne û li eʼzmên dinihêrʼin? Ew Îsayê ku ji nav we hate hilatinê, wê usa jî bê, çawa we dît Ew çû eʼzmên».


Û heger zarʼ in, usa jî xweyîwar in, warê Xwedê ne û tʼevî wartîya Mesîh in. Belê heger em tʼevî cefayê Mesîh bûne, emê tʼevî rʼûmeta Wî bin jî.


Kʼetime nava du kevira: Ez hʼizret im ku ji vî qalibî derêm, herʼime cem Mesîh, minrʼa eva hê gelekî qenc e,


Bi vî awayî wê pesinê navê Xudanê me Îsa li nava weda bê dayînê û hûnê jî nava Wîda bêne pesindayînê, li gora kʼerema Xwedêyê me û Xudan Îsa Mesîh.


Heger em teyax kin, emê pʼadşatîyê jî tʼevî Wî bikin. Heger em Wî înkʼar kin, Ewê jî me înkʼar ke.


usa jî Mesîh carekê bona gunehildana geleka qurban hate dayînê. Û Ewê cara duda ne ku bona gunehildanê kʼifş be, lê bona xilazbûna wan, yêd ku hîvîya Wî ne.


Ewê ku serkʼeve, Ezê destûrê bidimê ku tʼevî Min ser tʼextê Min rʼûnê, çawa ku Ez serkʼetim û tʼevî Bavê Xwe ser tʼextê Wî rʼûniştim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan