Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 13:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Paşê av kire tʼeştê û destpêkir nigêd şagirtêd Xwe şûştin û bi pʼêşgîra girêdayî ziha kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Паше ав кьрә тʼәште у дәстпекьр ньгед шагьртед Хԝә шуштьн у бь пʼешгира гьредайи зьһа кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 پاشه آو بَردا ناو لَنگانَگه دا و دَستبه شُستِنا پِیه شاگِردا و هِشک گِرِنا وان بِ حَولیا گو سَر بِشتا خو گِردا بو گِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 13:5
30 Iomraidhean Croise  

piştêva ber nigêd Wî sekinî girîya, bi hêsirêd xwe nigêd Wî şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. Paşê nigêd Wî rʼamûsan, bi rʼûnê bînxweş jî rʼûn kirin.


Û ser kʼulfetêda vegerʼîya, Şimhʼûnrʼa got: «Vê kʼulfetê tu dibînî? Ez hatime mala te, bona nigêd Min te av neda, lê evê bi hêsirêd xwe nigêd Min şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin.


Îsa gotê: «Ewê ku hatîye şûştinê, pêştirî niga, wekî mayîn ne hʼewce ye dereke din bê şûştinê. Ew xwexa tʼemam-pêva paqij e. Hûn paqij in, lê ne ku hʼemû».


Gava dor gihîşte Şimhʼûn-Petrûs, ewî gotê: «Xudan, Tê nigêd min bişoyî?»


Petrûs jêrʼa got: «Tʼu car Tê nigêd min neşoyî!» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger Ez nigêd te neşom, pʼara te wê tʼevî Min tʼunebe».


Lê dîsa ji eskera yekî rʼim nekʼsa Wîrʼa kir û pêrʼa-pêrʼa av û xûnê avît.


Îdî çima derengî dêxî? Rʼabe were nixumandinê, gazî navê Wî ke ji gunêd xwe were şûştinê›.


Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me.


wekî wê bi xeberê buhurtî-jibare ke, pê avê bişo,


bi kirinêd qencva jî berbiçʼeʼv e: Mesele, zarʼ mezin kiribin, mêvan qebûl kiribin, nigêd bawermenda şûştibin, dest avîtibe kʼetîya û bona her şixulê qenc jî hazir sekinî ye.


em dikarin bi dilê rʼast nêzîkî Xwedê bin, bawerîyêva tʼijî, îsafa xweda bi xûnrʼeşandinê ji xirabîyê paqijbûyî û qalibê xwe jî pê ava zelal şûştî.


Lê heger em rʼonayêda bigerʼin, çawa ku Ew rʼonayêda ye, emê hevva tʼevgirêdayî bin û xûna Îsayê Kurʼê Wî wê me ji hʼemû guna paqij ke.


Eva ye, yê ku bi xûn û avê hat, Îsa Mesîh, ne ku tʼenê bi avê, lê bi xûn û avê. Û Rʼuhʼ e, yê ku şeʼdetîyê dide, çimkî Rʼuhʼ rʼastî ye.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Min wîrʼa got: «Ez xulam, ez nizanim, tu zanî». Hingê ewî minrʼa got: «Evana ew in, yêd ku ji wê tengasîya mezin hatine, çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan