Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 13:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

34 «Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

34 Әз тʼәмикә ну дьдьмә ԝә: Һәвдӧ һʼьз бькьн. Чаԝа кӧ Мьн һун һʼьз кьрьн, һун жи ӧса һәвдӧ һʼьз бькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 اَمرَگه تازَ اَز دِدَمَ وَ، و اَو ژی اَوَیَ گو اون مُحبّته یِگودو بِگَن. اَو جورا گو مِن مُحبّت وَ گِر، اون ژی دِبی مُحبّته یِگودو بِگَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 13:34
38 Iomraidhean Croise  

Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,


Ez tʼemîya vê yekê didim, ku hûn hevdu hʼiz bikin.


wekî hʼemû jî bibine yek. Bavo, çawa Tu nava Minda yî û Ez nava Teda me, usa jî bira ew nava Meda bin, bi vî awayî dinyayê bawer bike, ku Te Ez şandime.


Hʼizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin,


Hʼizkirin xirabîyê li hevalê xwe nake. Awa hʼizkirin serê Qanûnê digire.


Tʼu tiştîda deyndarê tʼu kesî nemînin, pêştirî li hev hʼizkirinê, çimkî kʼî ku hevalê xwe hʼiz dike, tʼemamîya Qanûnê diqedîne.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Çimkî yektîya Mesîh Îsada, ne sinetkirin tiştek e, ne jî nesinetkirin, lê serî bawerî ye ku bi hʼizkirinê ya xwe dike.


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


çimkî me bona wê bawerîya weye ser Mesîh Îsa û wê hʼizkirina weye hindava tʼemamîya cimeʼta Xwedêda bihîstîye.


Bira Xudan hʼizkirina we hindava hev û hʼemûyêd mayînda bigihîne û zêde ke, çawa ya me jî hindava weda heye.


Em deyndar in, ku her gav bona we rʼazîbûnê bidine Xwedê xûşk-birano û ev yek heq e jî, çimkî bawerîya we rʼind digihîje û hʼizkirina we hindava hevda zêde dibe.


Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.


Heger hûn qanûna Pʼadşatîyê biqedînin, li gora nivîsara ku dibêje: «Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike», hûn qenc dikin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


ser xwedênasîyê hʼuba xûşk-bira û ser hʼuba xûşk-bira hʼizkirinê.


Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstîye: Gerekê em hevdu hʼiz bikin.


Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir.


Û Ewî ev tʼemî daye me: Ewê ku Xwedê hʼiz dike, ew gerekê birê xwe jî hʼiz bike.


Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez tʼemîke nû terʼa nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hʼemû hevdu hʼiz bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan