Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 13:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Îsa zanibû ku Bavê her tişt daye destê Wî, Ew ji cem Xwedê hatîye û wê dîsa vegerʼe cem Xwedê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Îsa dizanibû ku Bav hemû tişt daye destên wî û ew ji ba Xwedê hatiye û ewê dîsa vegere ba Xwedê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Иса заньбу кӧ Баве һәр тьшт дайә дәсте Ԝи, Әԝ жь щәм Хԝәде һатийә у ԝе диса вәгәрʼә щәм Хԝәде.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 عیسی گو دِزانی بابو همو دِشد سِپاردیَ دَسته وی، و اَو ژه آلیه خدا هاتیَ و دیه بِزُوریتَ لاره خدا،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 13:3
22 Iomraidhean Croise  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».


Tʼu kesî tʼu car Xwedê nedîtîye, lê Yê Tayê Tʼenêyî ku xût Xwedê ye û hʼemêza Bavêda ye, Ewî Ew da eʼyankirinê.


Berî Cejina Derbazbûnê, Îsa zanibû ku sihʼeta Wî pêrʼa gihîştîye ku ji vê dinyayê derê û herʼe cem Bavê. Ewî hʼemûyêd Xweye ku vê dinyayêda hʼiz kiribûn, hʼeta dereca here bilind jî ew hʼiz kirin.


Te hʼukumê li ser tʼemamîya merivayê da Wî, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bide hʼemûyêd ku Te dane Wî.


Kesek hilnekʼişîyaye eʼzmên, pêştirî Ewî ku ji eʼzmên peya bû, Kurʼê Mêriv.


Bav Kurʼ hʼiz dike û her tişt daye destê Wî.


Ez Wî nas dikim, çimkî Ez ji Wî me û Ewî Ez şandime».


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


Îsa caba wana da û got: «Heger Ez Xwexa bona Xwe şeʼdetîyê didim, şeʼdetîya Min rʼast e, çimkî Ez zanim Ez ji kʼu hatime û kʼuda diçim. Lê hûn nizanin ku Ez ji kʼu têm, yan kʼuda diçim.


Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.


Niha bira tʼemamîya mala Îsraêl rʼind zanibe ew Îsayê ku we xaç kir, Xwedê Ew hin kire Xudan, hin jî Mesîh».


çimkî nivîsar dibêje: «Xwedê her tişt binê pʼîyada êlimî Wî kir». Lê gava tê gotinê «her tişt» êlimî Wî kir, feʼmdarî ye, pêştirî Wî Xwedêyî, Yê ku her tişt êlimî Wî kir.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan