Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 13:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Hûn Min Dersdar û Xudan hʼesab dikin, hûn rʼast dikin, Ez hema usa jî heme.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Hûn ji min re dibêjin ‹Mamoste› û ‹Xudan› û hûn rast dibêjin, çimkî ez ew im.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Һун Мьн Дәрсдар у Хӧдан һʼәсаб дькьн, һун рʼаст дькьн, Әз һәма ӧса жи һәмә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 اون گاز مِن دِگَن ماموستا و آغایه مِن و اون دوز ژی دِبِژِن، چون گو اَز وِسامَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 13:13
18 Iomraidhean Croise  

çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Û Îsa wîrʼa got: «Te rʼast got. Usa bike û tê bijîyî».


Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin?


Şimhʼûn lê vegerʼand û gotê: «Tʼexmîna min ewê ku gelek jêrʼa hate baxşandinê». Îsa wîrʼa got: «Te rʼast tê derxist».


Eva ew Meryema bû, ya ku rʼûnê bînxweş li Xudan dabû û bi pʼorʼê xwe nigêd Wî paqij kiribûn, ew Lazarê birê wê bû nexweş.


Pey vê gotinêrʼa, çû gazî xûşka xwe Meryemê kir û dizîva gotê: «Dersdar hatîye û gazî te dike».


Awa her du xûşka Îsarʼa cab şandin û gotin: «Xudan, va ewî ku Tu jê hʼiz dikî nexweş e».


Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz.


lê bona me tʼenê Xwedêk heye, Bav, Eʼfirandarê her tiştî, em jî bona Wî hene û tʼenê Xudanek heye, Îsa Mesîh, bi Kʼîjanî her tişt xuliqî ne û bi saya Wî em hene.


Hûn jî xweyîno, hindava wanda usa bin. Dest ji gef-gurʼîyê bikin. Hûn zanin ku Xweyê wan jî, Yê we jî li eʼzmana ye û cem Wî tʼu firqî tʼune.


û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rʼûmeta Bav Xwedê.


Û serda jî ez her tiştî zîyan hʼesab dikim û himberî vê yekê nakim, ku Xudanê xwe Mesîh Îsa nas bikim, ku kʼara ser kʼara ye! Bona xatirê Wî ez ji her tiştî qetîyam û çawa gemar hʼesab dikim, wekî Mesîh qazinc kim


Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan