Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 10:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Îsa li wan vegerʼand û got: «Min werʼa got, lê we bawer nekir. Ew kirêd ku Ez bi navê Bavê Xwe dikim, ew bona Min şeʼdetîyê didin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Îsa bersîva wan da: «Min ji we re got. Lê hûn bawer nakin. Karên ku ez bi navê Bavê xwe dikim, ji min re şahidiyê dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Иса ль ԝан вәгәрʼанд у гот: «Мьн ԝәрʼа гот, ле ԝә баԝәр нәкьр. Әԝ кьред кӧ Әз бь наве Баве Хԝә дькьм, әԝ бона Мьн шәʼдәтийе дьдьн,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 عیسی جیوابا واندا گُت: «مِن گُتَ وَ، بله اون باوار ناگَن. شُله گو اَز بِ ناوه بابه خو دِگَم، سَر مِن شَهادَته دِدَن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 10:25
17 Iomraidhean Croise  

Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?»


Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin.


Lê wekî dikim, heger hûn Min bawer nakin jî, hema wan kirêd ku Ez dikim bawer bikin, wekî hûn bizanibin û feʼm kin, ku Bav nava Minda ye û Ez nava Wîda me».


Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike.


Ser haqas nîşanarʼa ku Wî li ber wan kirin, lê wana dîsa bawerîya xwe li Wî nedanîn.


Min bawer bikin, ku Ez nava Bavêda me û Bav jî nava Minda ye. Lê heger na, hema pê van kirêd Min bawer bikin.


Îsa li ber şagirtêd Xwe hê gelek nîşanêd din jî kirin, ku vê kʼitêbêda nehatine nivîsarê.


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Bona vê yekê Min werʼa got, ku hûnê nav gunêd xweda bimirin. Heger hûn bawer nekin ku EZ EW IM, hûnê nav gunêd xweda bimirin».


Bavê we Birahîm hʼeyra wê rʼoja Minda bû, wî dît û şa bû».


Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, hê berî Birahîm EZ HEME».


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan