Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 10:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Miyên min ên din ên ku ne di vê hevşiyê de ne jî hene. Divê ez wan jî bînim û ewê dengê min bibihîzin. Bi vî awayî, wê bibin şivanek û keriyek.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Пәзед Мьнә дьн жи һәнә, йед кӧ нә ви ахлида нә. Гәрәке Әз ԝана жи биньм у әԝе дәнге Мьн бьбьһен у бьбьнә кәрик бәр шьванәки.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 مِن پَزه دیتِر ژی هَنَ گو ژه وه گُیه نینِن. اَز دِبی اَوان ژی بینِم و اَو ژی دیه گوهه بِدَنَ دَنگا مِن. بَجا دیه بِبِنَ یگ هِشَم و یگ شُوان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 10:16
48 Iomraidhean Croise  

Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Yan kʼîjan e ew kʼulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê çʼirê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nagerʼe, hʼeta ku zîvê xwe bibîne?


Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc eʼmirê Xwe bona pezê Xwe dide.


Lê ewê ku dêrîrʼa dikʼevê, ew şivanê pêz e.


Pezêd Min dengê Min dibihên, Ez jî wan nas dikim û ew pey Min tên.


Dergehvan derî li ber vedike, pez dengê wî dibihê û ew bi nava gazî pezêd xwe dike û wan derdixe derva.


Gava ew pezêd xwe gişkî derdixe, pêşîyê dikʼeve û pez jî pey wî diçe, çimkî dengê wî nas dikin.


Ew tʼu car pey yekî xerîb naçin, lê ji wî dirʼevin, çimkî dengê yê xerîb nas nakin».


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Ez ne tʼenê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin,


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Şimhʼûn gilî kir, ku çawa pêşîyê Xwedê rʼeʼma Xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimeʼtekê derxe, wekî navê Wî hildine ser xwe.


Çimkî Ez tʼevî te me û kesekê ber te rʼanebe zîyanê nede te, çimkî gelek cimeʼta Min vî bajarîda heye».


Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,


Ez naxwazim xûşk-birano, ku hûn haş ji vê surʼê tʼunebin, ku hûn xwe dewsa zana daneynin. Pʼareke miletê Îsraêlê wê serhʼişk bimîne, hʼeta hʼesabê wan necihûyêd ku wê xilaz bin tʼemam be.


Lê em gerekê her tʼim bona we ji Xwedê rʼazî bin, xûşk-birayêd ji alîyê Xudanda hʼizkirî. Çimkî Xwedê serê-sêrîda hûn bijartin, wekî bi Rʼuhʼ bêne buhurtî-jibarekirinê, rʼastîyê bawer bikin û xilaz bin.


Awa Xwedêyê eʼdilayîyê, ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir, Yê ku bi xûna peymana hʼeta-hʼetayê Serekşivanê pêz e,


Wextekê hûn ne tʼu cimeʼt bûn, lê niha bûne cimeʼta Xwedê, hûne bê rʼeʼma Xwedê bûn, lê niha we rʼeʼm dîtîye.


Çimkî hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seʼvîyê rʼuhʼê xwe vegerʼîyane.


Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.


Va Ez li ber derî sekinî me û li dêrî dixim. Heger yek dengê Min bibihê û dêrî li Min veke, Ezê herʼime hindurʼ, tʼevî wî nan bixwim û ewê jî tʼevî Min.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan