Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 10:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Diz tʼenê bona dizîyê, kuştinê û qirʼkirinê tê. Lê Ez hatime ku jîyîna wan hebe, jîyîna ser jîyînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 Diz bi tenê ji bo dizîn, kuştin û telefkirinê tê. Lê ez hatim ji bo ku ji wan re jiyan hebe, jiyaneke bi firehî hebe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 Дьз тʼәне бона дьзийе, кӧштьне у ԛьрʼкьрьне те. Ле Әз һатьмә кӧ жийина ԝан һәбә, жийина сәр жийине.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 دِز نایِت خِنجی بُ دِزیه و گُشتِن و بَین بِرِنه. اَز هاتِمَ گو مِرُوا ژیان هَبِن و ژه وه ژیانه گَلَک زِدَ هَبِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 10:10
25 Iomraidhean Croise  

Haş ji xwe hebin ku hûn ji van biçʼûka yekî bêhurmet nekin, çimkî Ez werʼa dibêjim, ku milyakʼetêd wan li eʼzmana tʼimê rʼûyê Bavê Minî eʼzmana dibînin.


Kurʼê Mêriv hat ku yê undabûyî bigerʼe û xilaz ke.


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


û gote wan: «Nivîsar e: ‹Mala Min mala dua wê bê hʼesabê›, lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›!»


Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Ew hîn kirin û got: «Çima ne nivîsar e: ‹Mala Min wê bona hʼemû mileta mala dua bê hʼesabê›? Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›».


Bona vê yekê Kurʼê Mêriv hat, wekî li yêd undabûyî bigerʼe û xilaz ke».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku dêrîrʼa nakʼeve axilê pêz, lê cîkî dinrʼa dikʼevê, ew diz û qaçax e.


Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc eʼmirê Xwe bona pezê Xwe dide.


Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne, Ez dîwana wî nakim. Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê wekî dinyayê xilaz kim.


Ewî ev yek digot, ne ku xema wî belengaz bûn, lê çimkî ew diz bû, kʼîsikê pʼera cem wî bû û çi ku dikʼetê, ewî jê diçʼopand.


Çimkî Xwedê Kurʼê Xwe neşande dinyayê, ku dîwana dinê bike, lê wekî dinya pê Wî xilaz be.


Lê hûn naxwazin bêne cem Min, wekî jîyîna we hebe.


Çimkî ew nanê Xwedê dide ew e, ku ji eʼzmên tê xwarê û jîyînê dide dinyayê».


Ez im nanê jîyînê ku ji eʼzmên hatime xwarê. Kʼî ku ji Vî nanî bixwe, wê hʼeta-hʼetayê bijî. Ew nanê ku Ezê bona jîyîna dinyayê bidim, ew bedena Min e».


Lê belê awa tu ku hevalê xwe hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî?


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Bi vê yekê Xwedê xwest wanarʼa, yêd ku wê soz jê bistandana hê bida kʼifşê, ku ew qirara Xwe naguhêze, îdî sozê Xwe bi sondxwarinê şidand.


Bona vê yekê Ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê Wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî Ew tʼimê sax e, ku bona wan lava-navçêtîyê bike.


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan