Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 10:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku dêrîrʼa nakʼeve axilê pêz, lê cîkî dinrʼa dikʼevê, ew diz û qaçax e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew kesê ku di derî re nakeve hevşiya miyan, lê di cihên din re dikevê, ew diz û rêbir e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Әз рʼаст бе хельф ԝәрʼа дьбежьм, әԝе кӧ дерирʼа накʼәвә ахьле пез, ле щики дьнрʼа дькʼәве, әԝ дьз у ԛачах ә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 «بَراستی، بَراستی، اَز بُ وَ دِبِژِم، اَوه گو دَری دا نَچیتَ ناو گُیا پَزی دا، بَلگو دیواره دا ژِلَل بِچیت گو رِیَگه دی دا بِچیتَ ژُر، دِز و رِبِرَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 10:1
28 Iomraidhean Croise  

Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne.


Awa Îsa dîsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, Ez im derê pêz.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».


Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî hʼewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!»


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Gerekê dengê yêd usa bidine birʼînê, çimkî ew mala lap xirab dikin, tiştêd necayîz hîn dikin û vê yekê bona kʼara xweye hʼeram dikin.


Kesek xweserîxwe vî qedirî nastîne, lê tʼenê ewê ku ji Xwedêda tê gazîkirinê, çawa Harûn bû.


Bona vê xilazbûnê pʼêxember lê gerʼîyan û kʼetibûne bin eʼnena û bona wê kʼerema ku wê werʼa bibûya pʼêxembertî kirin.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Wê ji dest timakʼarîyê bi zarê xweş we bixapînin bona kʼara xwe. Dîwana wanê derengî nebe, bela wan ber şêmîkê ye.


Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan