Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 1:44 - Peymana Nû (Încîl)

44 Fîlîpo ji Beytsaydayê bû, ji bajarê Endrawis û Petrûs.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

44 Filîpos ji Beytsaydayê bû, ji wî bajarê ku Endrawis û Petrûs lê dijiyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

44 Филипо жь Бәйтсайдайе бу, жь бажаре Әндраԝьс у Пәтрус.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

44 فیلیپُس خلقه بِیت‌صِیْدا، شَهره آندریاس و پِطرُس بو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 1:44
18 Iomraidhean Croise  

Fîlîpo û Bertolomeyo, Tʼûma û Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tedayo


«Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx û kʼozîyê tʼobe bikirana.


Endrawis, Fîlîpo, Bertolomeyo, Metta, Tʼûma, Aqûbê kurʼê Halfawo, Tedayo, Şimhʼûnê welatpʼarist


Destxweda Ewî pʼêyî ser şagirtêd Xwe kir, ku bikʼevine qeyikê û pêşîya Wî derbazî wî berî golê, Beytsaydayê bin, hʼeta ku Xwexa cimeʼtê verʼêke.


Û ew hatine Beytsaydayê. Hineka merivekî kor anî cem Îsa û lava jê kirin, ku destê Xwe dayne ser wî.


Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew kʼeremetêd ku nava weda bûn, Sûr û Saydayêda bibûna, ewanayê zûva bi kʼurx nav kʼozîyêda rʼûniştî tʼobe bikirana.


Şimhʼûnê ku navê wî danî Petrûs û birê wî Endrawis, Aqûb û Yûhʼenna, Fîlîpo û Bertolomeyo,


Gava şandî vegerʼîyan, çi ku wan kiribû Îsarʼa gilî kirin. Ewî tʼenê şandîyêd Xwe tʼevî Xwe hildan û çûne berbi bajarê Beytsaydayê.


Rʼoja dinê Îsa qirar kir ku herʼe Celîlê. Wî Fîlîpo dît û jêrʼa got: «Pey min were!»


Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».


Natanyêl jê pirsî: «Qet dibe ku tiştekî pʼak ji Nisretê derkʼeve?» Fîlîpo jêrʼa got: «Were û bibîne!»


Natanyêl jê pirsî: «Çawa min nas dikî?» Îsa lê vegerʼand û gotê: «Hê Fîlîpo gazî te nekiribû, gava ku tu li binê dara hêjîrê rʼûniştî bûyî, Min tu dîtî».


Evana hatine cem Fîlîpoyê ji bajarê Beytsayda Celîlê hîvî jê kirin û gotinê: «Em xulam, em dixwazin Îsa bibînin».


Fîlîpo çû eva yeka Endrawisrʼa got, Endrawis û Fîlîpo jî çûn Îsarʼa gotin.


Gava Îsa li dora Xwe nihêrʼî, dît ku eʼlaleteke giran berbi Wî tê, gote Fîlîpo: «Emê nên ji kʼu derê bikʼirʼin, wekî ev merivana bixwin?»


Fîlîpo lê vegerʼand û gotê: «Bahê dusid zîvî nan jî tʼêra van nake, hema wekî her yekîrʼa peʼrîk jî bikʼeve!»


Gava hatine bajêr, çûne oda mezine jorin, ew cîyê ku Petrûs û Yûhʼenna, Aqûb, Endrawis, Fîlîpo, Tʼûma, Bertolomeyo, Metta, Aqûbê Halfawo, Şimhʼûnê welatpʼarist û Cihûdayê Aqûb têda diman.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan