Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 1:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Kanîya jîyînê Ew bû û jîyîn jî rʼonaya meriva bû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Канийа жийине Әԝ бу у жийин жи рʼонайа мәрьва бу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 ژیان ناو ویدا بو و اَو ژیان، نورا مِرُوان بو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 1:4
30 Iomraidhean Croise  

ew cimeʼta ku nav teʼrîstanîyêda rʼûniştibû, rʼonayîke mezin dît û ewêd ku li welat û sîya mirinêda rʼûniştibûn, rʼonayî ji wanarʼa derkʼet».


ku bibe rʼonayîya ber çʼeʼvê necihûya û qedir-hurmet cimeʼta Te Îsraêlrʼa».


Îsa gote wê: «Ez im rʼabûn û jîyîn! Ewê ku bawerîya xwe Min bîne, heger bimire jî wê bijî.


Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.


Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Dîwan bi vî awayî dibe: Rʼonayî hate dinyayê, lê meriva teʼrîstanî ji rʼonayê zêdetir hʼiz kir, çimkî kirêd wan xirabî bûn.


Çawa ku Bav dikare mirîya sax ke û jîyînê bide wan, usa jî Kurʼ dikare kʼîjana Ew dixwaze, jîyînê bide wan.


Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Hʼeta ku Ez dinyayêda me, rʼonaya dinyayê me».


Gerekê Mesîh cefa bikʼişanda, bibûya yê pêşin ji nava mirîya rʼabûyî û rʼonaya xilazbûnê miletêd cihû û necihûyarʼa dannasîn kira».


Aha jî nivîsar e: «Merivê pêşin Adem, bû bînberekî sax», lê Ademê paşin bû rʼuhʼekî jîyîndayînê.


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye.


Jîyîn eʼyan bû, me ew dît, em şeʼdetîyê didin û bona wê jîyîna hʼeta-hʼetayê werʼa dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eʼyan bû.


Û ev e şeʼdetî, ku Xwedê jîyîna hʼeta-hʼetayê da me û ev jîyîn nava Kurʼê Wîda ye.


Paşê wî milyakʼetî çʼemekî ava jîyînê, mîna xirûstalê zelal nîşanî min kir, ku ji tʼextê Xwedê û Berx derdikʼet û nava meydana bajêrva dikʼişîya.


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan