Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 1:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Me hʼemûya ji tʼêr-tʼijîya Wî kʼerem ser kʼeremêda stand.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Мә һʼәмуйа жь тʼер-тʼьжийа Ԝи кʼәрәм сәр кʼәрәмеда станд.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 چون گو مَ همویا ژه پْربونا وی نَصیبه خو اِستاندیَ، لطف سَر لطفه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 1:16
24 Iomraidhean Croise  

Çimkî kʼêrʼa ku heye, wê hê lê zêde be û serda birʼije û kʼêrʼa ku tʼune, çi heye jî wê jê bê standinê.


Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Lê Yûhʼenna bona vê yekê Wîrʼa qayl nedibû û gote Wî: «Ez hʼewce me ku bi destê Te bême nixumandinê û Tu têyî cem min?»


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê Rʼuhʼ bê çap dide Wî.


Çimkî heger bi neheqîya merivekî û rʼûyê wîda mirinê hʼukum kir, çiqas zêde ewêd ku kʼerema Xwedêye dewlemend û rʼasthʼesabbûnê pʼêşkʼêş distînin wê jîyînêda bi saya Yekî, awa gotî Îsa Mesîh pʼadşatîyê bikin.


Pê Wî me bi bawerîyê mecal dît tʼevî wê kʼeremê bin, kʼîjanêda em sekinîne. Û bi wê gumana ku emê tʼevî rʼûmeta Xwedê bin difirʼin.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Lê hûn bi binyatʼa merivayî najîn, lê bi Rʼuhʼ dijîn, heger rʼast Rʼuhʼê Xwedê nava weda dimîne. Lê heger Rʼuhʼê Mesîh dilê yekîda tʼune, ew ne pʼara Wî ye.


Civîn jî bedena Mesîh e, tʼemambûna Wî ye, ku Xwexa her tişt e, her tiştî tʼemam dike.


Belê bira hûn hʼizkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her hʼiş-aqilî zêdetir e, wekî hûn tʼemamîya Xwedêva tʼijî bin.


Çimkî li Xwedê xweş hat, ku tʼemamîya binyatʼa xwedêtîyê nava Wîda be


Ew e kʼilîta hʼemû xizna zanebûnê û serwaxtîya veşartî.


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan