Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 1:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Evana ne ji xûnê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina merivayê bûne, lê ew ji Xwedê bûne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Әвана нә жь хуне, нә жь хԝәстьна бәдәне у нә жи жь хԝәстьна мәрьвайе бунә, ле әԝ жь Хԝәде бунә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 اَونه گو نه ژه خون و نه ژه داخازیا بَدَن و نه ژه داخازیا مِرَگه، بَلگو ژه خدا هاتنَ دُنیایه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 1:13
25 Iomraidhean Croise  

Û nav xweda nefikirin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».


Min daçʼikand, Apolo avda, lê Xwedê gîhand.


çimkî Xwedê Xwexa vê yekê dike dilê we, ku hûn dixwazin û dikin, çawa li Wî xweş tê.


Wî em xilaz kirin. Ne ku bona wan kirinêd rʼaste ku me kirin, lê li gora rʼeʼma Xwe em xilaz kirin, bi şûştinê em nû dinê kʼetin û bi Rʼuhʼê Pîroz nûyejîyîn bûn.


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Hûn ne ku ji havênê pʼûçʼ dîsa dinê kʼetine, lê ji yê nepʼûçʼ, ji xebera Xwedêye xweyîeʼmire hʼeta-hʼetayê.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Mîna dergûşêd li ber bistên, hʼeyra şîrê sipîyî rʼuhʼanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêrʼa mezin bin.


Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.


Delalno, de em hevdu hʼiz bikin, çimkî hʼizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hʼiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike.


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan