Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 4:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Lê heçî tu yî, tu di her tiştî de li ser hişê xwe be, di tengahiyê de sebir bike, karê mizgînvaniyê bike, xizmeta xwe bibe serî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле тӧ һәр тьштида сәрхԝә бьминә, ль тәнгасийа сәбьр кә, кьре мьзгиндар бькә, ԛӧльхе хԝә бьԛәдинә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله تِ، همو جاره هیشیار بَ، ایزایه تحمل گَ؛ شُلا مُبشریا انجیله بِگَ و خِذمَتا خو کامِل بینَ جی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 4:5
28 Iomraidhean Croise  

Ewê ku pênc telant standibûn, pêrʼa-pêrʼa çû bi wan kʼirʼî û firot, pêncêd din jî qazinc kirin.


Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne.


Ez çi werʼa dibêjim, hʼemûyarʼa dibêjim: Hʼişyar bimînin!»


Xwezî li wan xulama, ku çaxê axayê wan bê, wan hʼişyar bibîne. Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan ser sifrê bide rʼûniştandinê û berdestîyê wanrʼa bike.


Rʼoja din em ji wir rʼêkʼetin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her hʼeft kʼomekdarêd kʼifşkirî bû. Em li cem wî man.


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Ewî ev yek kir, wekî cimeʼta Xwedê şixulêd xizmetkʼarîyêrʼa hazir be, bona avabûna bedena Mesîh,


Ez wê civînêrʼa bûme berdestî, ev yek alîyê Xwedêda çawa deyn kʼete stûyê min, wekî gotina Xwedê tʼemamîyê pêva bigihînime we,


Û bêjine Arxîpo: «Bona wî qulixê ku te ji Xudan standîye, miqatî xwe bî, ku bînî sêrî».


Awa em xewêda nemînin mîna yêd mayîn, lê hʼişyar û serxwe bin.


Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.


Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hʼemûyava eʼyan be.


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî.


Awa tʼevî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Guhdarîya rʼêberêd xwe bikin û gurʼa wanda bin. Ewana bona rʼuhʼê we xewê ji çʼeʼvê xwe dikin, çimkî wê bona we cabdar bin. Bira ew wî şixulê xwe eşq û şa bikin, ne ku bi ofe-ofê, çimkî ew yek kʼarê nade we.


Bona wê yekê hûn fikirêd xweda piştgirêdayî û hʼişyar bin, tʼam gumana xwe bidine ser wê kʼeremê, ya ku wê werʼa bê dayînê, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Hʼişyar be û ewêd ku mane lê li ber mirinê ne, bike bira ser xweda bên, çimkî Min kirêd te li ber Xwedêyê Xwe gihîştî nedîtin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan