Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 4:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Cara pêşin, gava ez li ber dîwanê sekinîm, kesekî pişta min negirt, hʼemûya ez hiştim çûn. Bira ev yek wanrʼa gune neyê hʼesabê!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Di parastina min a pêşî de tu kesî pişta min negirt, hemûyan ez tenê hiştim. Bila ev yek ji wan re guneh neyê hesabkirin!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Щара пешьн, гава әз ль бәр диԝане сәкьним, кәсәки пьшта мьн нәгьрт, һʼәмуйа әз һьштьм чун. Бьра әв йәк ԝанрʼа гӧнә нәйе һʼәсабе!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 جارا اَوِلی گو مِن ژه خو دفاع دِگِر، چه کَسه بِشتا مِن نَگِرت، بَلگو همویا اَز بَردام. اَوَ سَر حسابا وان نَیِت نِویسین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 4:16
16 Iomraidhean Croise  

Hingê hʼemû şagirta Ew hişt û rʼevîn.


Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.


Va wextê bê û hatîye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê herʼe cîyê xwe û Min tʼenê bihêle. Lê Ez ne tʼenê me, çimkî Bav tʼevî Min e.


«Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».


Min li wan vegerʼand û got, wekî ne eʼdetê rʼomayîya ye ku merivekî bêxeda bidine der, hʼeta mecalê nedine yê gunekʼar, ku li ber şikîyatkirêd xwe bisekine û rʼû bi rʼû ber wan caba xwe bide.


Hingê wî çok da, bi dengê bilind kire gazî: «Xudan, vê yekê vanarʼa gune hʼesab neke». Aha ku got, hênijî.


bêpʼergal nîne, ya xwe nagerʼe, zû hêrs nakʼeve, kʼînê najo,


Caba min bona yêd ku dikin ji min gilîya bikʼişînin ev e:


De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.


Lê yêd mayîn bona hevrʼikʼîyê Mesîh dannasîn dikin, ne bi dilê rʼast. Ew difikirin, ku tengasîyê ser qeydêd minda zêde kin.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Tu zanî ewêd ku qeza Asyayêda bûn pişta xwe dane min, Fûgelo û Hêrmoxênîs jî tʼevî wan.


Dîmas ku dinya hʼiz kir ez hiştim û çû Tʼêsalonîkê. Kireskîs çû Galatyayê, Tîto jî Dalmetyayê.


Tu jî hʼevza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me rʼabû.


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan