Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 4:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Îcar ez li ber Xwedê û li ber Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zindiyan bike û ji bo xatirê hatina wî û Padîşahiya wî tembîh li te dikim:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Аԝа ль бәр Хԝәде у ԝи Мәсиһ Исайе кӧ ԝе диԝана мьри у зендийа бькә, әз бь щамери дьбежьм, тӧ ль ԝе һатьн у Пʼадшатийа Ԝи ки:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 حُضورا خدا و مسیحْ عیسیْ دا گو دیه دیوانا مِریا و مِرُوه ساخ بِگَت و بَر خاطره دووهار بون و پادشاهیا وی، اَز بُ تَ اَمِر دِگَم گو،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 4:1
35 Iomraidhean Croise  

Çimkî Kurʼê Mêriv wê bi rʼûmeta Bavê Xwe tʼevî milyakʼetêd Xwe bê. Hingê wê anegorî eʼmelêd her kesî bide wan.


Ewî got: «Merivekî eʼsilzade çû welatekî dûr, ku pʼadşatîya xwe bistîne û vegerʼe.


Û gava ewî pʼadşatîya xwe stand vegerʼîya, gazî wan xulama kir, kʼîjanêd ku ewî pʼere dabûne wan, wekî bizanibe kʼa her yekî çiqas kirîye kʼar.


Û Îsarʼa got: «Îsa, min bîr bînî, gava Pʼadşatîya Xweva bêyî».


Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî.


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Gava Mesîh, ku eʼmirê we ye xuya be, hûnê jî hingê tʼevî Wî bi rʼûmeta Wî xuya bin.


Û paşê Ewê Neheqîyê wê kʼifş be, ku Xudan Îsayê bi hulma devê Xwe wî unda ke û bi xuyabûna şewqa Xweva wî kʼuta ke.


Ez li ber Xwedê, Mesîh Îsa û milyakʼetêd bijartî dikime deynê stûyê te, ku tu van şîreta bê tʼagêrî xwey kî, tiştekî bi firqîyê nekî.


Lê niha bi xuyabûna Xilazkirê me Mesîh Îsa eʼyan bû, ku mirin betal kir û jîyîna bê mirin, bi Mizgînîyê rʼonayî kir.


Van tişta bîne bîra cimeʼtê, li ber Xwedê bike deynê stûyê wan, ku ser xebera hevrʼa nekʼevine deʼwê. Ew kêrî tʼu kesî nayê, tʼenê mala guhdara xirab dike.


Xudan wê min ji her kirêd xirab xilaz ke û sax-silamet bigihîne Pʼadşatîya Xweye eʼzmana. Şikir ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Lê ewê li ber Wî cabdar bin, Yê ku hazir e dîwana mirî û zêndîya bike.


Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Ewî ji Bav Xwedê rʼûmet û hurmet stand, gava ji wê Rʼûmeta Qeşeng deng hat û got: «Ew e Kurʼê Minî delal, ji kʼîjanî Ez rʼazî me».


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan