Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 3:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Çawa Yanîs û Yambrîs miqabilî Mûsa bûn, usa jî ev merivana miqabilî rʼastîyê disekinin, merivne bi fikirêd xweda şûna rʼeşva çûyî, bawerîyêda jî bêkêr in.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Çawa Yanîs û Yambrîs li ber Mûsa rabûn, wisa jî ev mirov li dijî rastiyê radiwestin. Fikrên van mirovên ha xera bûne û di baweriyê de hatine redkirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Чаԝа Йанис у Йамбрис мьԛабьли Муса бун, ӧса жи әв мәрьвана мьԛабьли рʼастийе дьсәкьньн, мәрьвнә бь фькьред хԝәда шуна рʼәшва чуйи, баԝәрийеда жи бекер ьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 هَ وِسا گو یَنّیس و یَمْبْریس رابونَ له ضِدّ موسی، اَو مِرَنَ ژی گو فِکره وان خِرا بونَ و ناو ایمانه دا رَد بونَ، دِرابِنَ له ضِدّ راستیه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 3:8
31 Iomraidhean Croise  

Me bihîstîye ku ji nava me hinek derkʼetine, ku me xwexa tʼemî nedane wan, lê wan bi xeberêd xwe zeʼmet dane we û fikirêd we tʼevîhev kirine.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Çimkî yêd usa xulamtîyê li Xudanê me, Mesîh nakin, lê zikê xwe diçʼêrînin. Bi zarê xweş û hʼilekʼarîyê, yêd saxikê dilê xwe dixapînin.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe rʼihʼet xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welgerʼandin.


Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye.


û şerʼûdî. Ev hʼemû tişt ji nava merivêd qafseqet û ji rʼastîyê şûna rʼeşva çûyî pêşda tên. Evana xwedênasîyê hʼesab dikin, çawa kanîya kʼarê.


Tu jî hʼevza xwe ji wî bike, çimkî gelekî li ber gotina me rʼabû.


Yêd xweserîxwe gelek in, yêd xeberpʼûçʼ û derewîn, îlahî ewêd ku ji nava cihûyada ne.


Ew dibêjin, ku Xwedê nas dikin, lê bi kirêd xwe Wî înkʼar dikin, hʼeram û xweserîxwe ne û her kirineke qencrʼa bêkêr in.


Çʼeʼvêd wan li zinêkʼarîyê ye, ji gunekirinê tʼêr nabin, bawermendêd neşidîyayî pey xwe dibin, dilê wan tʼenê hînî timakʼarîyê bûye. Nifirʼ ser wan e!


Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.


Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Lê tiştekî rʼind li cem te heye, ku dijenî wan kirêd nîkoloyîya, çawa ku Ez jî dijenimê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan