Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 3:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Tʼemamîya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rʼastkirinê û şîretkirina jîyîna heqîyêda,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 Tevahiya Nivîsara Pîroz ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin û ji bo perwerdekirina di riya rastdariyê de bi kêr tê,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 Тʼәмамийа ньвисаре жь бина бәр Хԝәде йә у керһати йә бона һинкьрьне, леһьлатьне, рʼасткьрьне у ширәткьрьна жийина һәԛийеда,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 تواوی نِویسارِت مُقدس الهاما خدانَ و بُ دَرس دایینه، بُ اَدب گِرِنه، بُ اصلاح گِرِنه و بُ تربیت گِرِنا ناو صالِح بونه دا فایدَ هَنَ،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 3:16
43 Iomraidhean Croise  

Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».


Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexwendîye? ‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir, ew bû serê eʼnîşkê. Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›


Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid Wî pê Rʼuhʼ Xudanê xwe hʼesab dike? Çimkî wî got:


Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hʼemû aha bin?»


Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê?


Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


Heger Ew wan ‹Xwedê› hʼesab dike, kʼîjanarʼa xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be),


Her kesê ku xirabîyê dike, rʼonayî ber çʼeʼva rʼeş e. Ew xwe li rʼonayê nagire, wekî kirinêd wî xuya nebin.


«Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.


Ew Rʼîya Xudanda hînbûyî bû, agirê xîretê sêrî kʼetibû bona Îsa rʼast xeber dida û hîn dikir, lê tʼenê nixumandina Yûhʼenna zanibû.


Hûn zanin ku min tʼu car xwe ji tiştêd kêrhatîye bona we nedaye paş, lê hʼemû werʼa gotine û aşkere mal bi mal hûn hîn kirine.


çimkî min xwe neda paş, tʼemamîya qirara Xwedê werʼa got.


Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa rʼast Rʼuhʼê Pîroz bi Îşaya pʼêxember tʼevî kal-bavêd me xeber da


Lê çi ku pêşda kʼitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.


şîretkʼarê bêfeʼma, dersdarê xişîma. Tu xweda jî guman î, ku bi Qanûnê xût tu xweyê tʼerzê zanebûnê û rʼastîyê yî.


Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.


Lê ev gotin ne tʼenê bona Birahîm hate nivîsarê, ku Xwedê ew rʼast hʼesab kir,


Lê her kesîrʼa Rʼuhʼ bona kʼara hʼemûya xuya dibe.


Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe».


bi şîrinayî yêd miqabil şîret ke, belkî Xwedê mecalê bide wan, ku ji gunekirinê vegerʼin û rʼastîyê nas kin.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Bawerî eʼseyîya wan tişta ye, ku em têda guman in û îzbatîya wan tişta ye, ku meva ne xuya ne.


Bona vê yekê çawa Rʼuhʼê Pîroz dibêje: «Îro heger hûn dengê Wî bibihên,


Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan