Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 3:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 ӧса жи тӧ жь зарʼотийа хԝәда ньвисаред пироз зани, йед кӧ дькарьн тә сәрԝахт кьн, ԝәки бь баԝәрийа сәр Мәсиһ Иса хьлаз би.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 و تَ چاون ژه گوشگَتیوَ نِویسارِت مُقدس زانیَ گو اَو نِویسارَنَ دِگارِن بُ اَو نجاتا گو بِ واسِطا ایمان بِ مسیحْ عیسایَ، زاناییه بِدَنَ تَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 3:15
38 Iomraidhean Croise  

Îsa li wan vegerʼand û got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê.


Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.


Kurʼik mezin û qewat dibû, bi serwaxtîyê tʼijî dibû, kʼerema Xwedê jî bi Wîrʼa bû.


Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.


Wana hevrʼa got: «Lema, gava Ewî rʼêda merʼa xeber dida û nivîsar merʼa şirovedikirin, agir dilê me dikʼet».


Hingê feʼmê wan vekir, ku nivîsara feʼm bikin.


Lê heger hûn nivîsarêd wî bawer nakin, hûnê çawa gotinêd Min bawer bikin?»


Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».


Gava her tiştêd ku bona Wî nivîsar bûn anîne sêrî, ji dar anîne xwarê kirine tʼirbê.


Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.


Pawlos jî mîna eʼdetê xwe çû nava wan û sê rʼojêd şemîyê wanarʼa dikʼete xeberdanê, ji nivîsara


Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike».


ya ku Wî hê pêşda nivîsarêd pîrozda bi zarê pʼêxemberêd Xwe soz dabû.


lê niha bi nivîsarêd pʼêxembera eʼyan bû û bi eʼmirê Xwedêyê hʼeta-hʼetayê hate naskirinê, wekî hʼemû milet bawer bikin û guhdar bin.


Û yê binyatʼa xweda nesinetkirî ku Qanûnê diqedîne, wê dîwana te bike, ku tu xweyê nivîsar û sinetîyê yî, lê Qanûnê ditʼerʼibînî.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Û hûn bavno, zarʼêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin.


Hʼeta hatina min xwe bide wê yekê, ku cimeʼtêrʼa nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye.


Hʼemû neʼmêd xweda jî ew bona van tişta xeber dide. Wanda çend tişt hene ku zeʼmet têne feʼmkirinê, ku yêd nezane bêbingeh şaş şirovedikin, usa jî nivîsarêd pîroze mayîn û xwexa dibine bayîsê serê xwe.


Wî çaxî ez deverʼû çûme niga, ku serê xwe li ber wî daynim, lê ewî minrʼa got: «Vê yekê neke! Ez jî heval-xulamekî mîna te û wan xûşk-birêd te me, kʼîjan eʼlametîya Îsaye rʼast xwey dikin. Serê xwe li ber Xwedê dayne. Çimkî ew rʼastîya ku Îsa eʼlam kir ew pʼêxembera dide xeberdanê».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan