Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:9 - Peymana Nû (Încîl)

9 Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

9 Ji ber vê Mizgîniyê ez wek sûcdarekî hatime girêdan û tengahiyê dikişînim, lê belê peyva Xwedê ne girêdayî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

9 Бона ве Мьзгинийе әз дьчәрчьрьм, һʼәта мина зӧлмкʼарәки жи ԛәйдкьри мә, ле хәбәра Хԝәде ԛәйдкьри нинә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 گو اَز بَر خاطره وه زَجره دِکِشِم، وِسا گو اَز بینا مُجرما زنجیر گِرِمَ. بله کلاما خدا نایِتَ زنجیر گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:9
22 Iomraidhean Croise  

Du merivêd neheq jî anîn, ku Pêrʼa bêne kuştinê.


Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?»


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Bona vê yekê ez Pawlos bona Mesîh Îsa girtî me, bona we necihûya…


Lê yêd mayîn bona hevrʼikʼîyê Mesîh dannasîn dikin, ne bi dilê rʼast. Ew difikirin, ku tengasîyê ser qeydêd minda zêde kin.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Eva silava min Pawlos e, min bi destê xwe nivîsî. Qeydêd min bîr nekin! Kʼerema Xwedê werʼa be.


Bona me jî dua bikin, wekî Xwedê derî bona xeberdanê li ber me veke, ku em surʼa Mesîh eʼlam kin, bona kʼîjanê jî ez van qeydada me.


Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.


Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.


û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke.


Bira Xudan rʼeʼma xwe li mala Onîsîforo bike, çimkî ewî gelek cara dilê min rʼihʼet kir, ji girtina min şerm nedikir,


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Awa tʼevî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc.


Lê Xudan tʼevî min sekinî û qewat da min, wekî pê min Mizgînîdayîn mîyaser be û hʼemû necihû bibihên û ez ji devê şêr xilaz bûm.


Nava pʼûtpʼaristada hûn xwe usa pʼergal xwey kin, wekî çi tiştîda jî we rʼezîl bikin çawa xirab, kirêd weye qenc bibînin û şikirîyê bidine Xwedê, wê Rʼoja ku serîkî bide dinê.


usa jî gurʼa welîyada bin, ku ji alîyê pʼadşêda şandî ne, wekî cezayê bidine neheqa û pesin jî bidine qenca.


xweyê îsafa rʼihʼet bin, wekî, gava hûn bêne rʼezîlkirinê, yêd ku pʼergalîya weye qence tʼevî Mesîh bêhurmet dikin, şermî bin.


Bira ji we tʼu kes cefê nekʼişîne, çawa mêrkuj, yan diz, yan zulmkʼar, yan jî tʼevî şixulê xelqê bûyî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan