Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Bîr bîne wî Îsa Mesîhê ji mirinê rʼakirî, ji zurʼeta Dawid, li gora wê Mizgînîya ez dannasîn dikim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Îsa Mesîh bîne bîra xwe, ku ji nav miriyan hat rakirin û ji dûndana Dawid e. Mizgîniya ku ez didim zanîn ev e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Бир бинә ԝи Иса Мәсиһе жь мьрьне рʼакьри, жь зӧрʼәта Даԝьд, ль гора ԝе Мьзгинийа әз даннасин дькьм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 عیسیْ مسیحْ گو ناو مِریادا رابو و ژه نَسلا داوود پاشا بو، بینَ بیراخو، هَ وِسا گو انجیلا گو اَز وَعظ دِگَم دا دِتَ گُتن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:8
18 Iomraidhean Croise  

Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa.


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Ez wê Mizgînîyê dixwazim bînime bîra we xûşk-birano, ya ku min werʼa dannasîn kir û we qebûl kir, ser wê jî sekinîne.


û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara,


Wê yekêrʼa Ewî bi Mizgînîdayîna me gazî we kir, ku bi vî awayî hûn rʼûmeta Xudanê me Îsa Mesîh bistînin.


Ev hînkirin li Mizgînîya xweyîrʼûmete Xwedêyê hêjayî şikirîyê digire, kʼîjan li min hatîye spartinê.


Û bona vê yekê ez dannasînkir û şandî hatime kʼifşkirinê, (ez rʼast dibêjim, derewa nakim), necihûyarʼa bûme dersdarê bawerîyê û rʼastîyê.


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Bizanibe ez çi dibêjim, çimkî Xudan her tiştîda hʼiş-aqil wê bide te.


Hingê ji rʼûspîya yekî minrʼa got: «Negirî! Va Şêrê ji qebîla Cihûda, tamara Dawid serkʼet û dikare her hʼeft morêd wê kʼitêbê jê rʼake û veke».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan