Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Bizanibe ez çi dibêjim, çimkî Xudan her tiştîda hʼiş-aqil wê bide te.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Li ser bifikire ku ez çi dibêjim, çimkî Xudan wê di her tiştî de fêmdariyê bide te.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Бьзаньбә әз чь дьбежьм, чьмки Хӧдан һәр тьштида һʼьш-аԛьл ԝе бьдә тә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 سَر قِسا گو اَز دِبِژِم فِکِر گَ، چون گو خاده همو دِشدی دا دیه زاناییه بِدَتَ تَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:7
40 Iomraidhean Croise  

Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Hingê feʼmê wan vekir, ku nivîsara feʼm bikin.


«Hûn van xebera bîra xweda xwey kin: Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva».


Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


ew ji hʼemû tengasîyêd wî xilaz kir. Gava ew ber Firewinê pʼadşê Misirê sekinî, Xwedê kʼerem û serwaxtî dayê, pʼadşê jî Ûsiv ser Misirê û tʼemamîya mala xwe kire serwêr.


Yekîrʼa ji Rʼuhʼ xebera serwaxtîyê tê dayînê, yekîrʼa xebera zanebûnê xût ji wî Rʼuhʼî,


Heyneser xûşk-birano, çi ku bi rʼastîyê ye, çi ku bi maqûltîyê ye, çi ku bi heqîyê ye, çi ku bi hʼelalîyê ye, çi ku bi xweşîyê ye, çi ku bi firasetîyê ye û her tiştêd ku eʼsilî û layîqî qencgotinê ne, ser van tişta bifikirin.


Bona wê yekê jî ji wê rʼojêda girtî, gava me bona we bihîst, me dest ji dua û hîvîkirinê nekʼişandîye, wekî hûn zanebûna eʼmirê Xwedêda gihîştî bin, bi hʼemû serwaxtî û zanebûna rʼuhʼanîva tʼijî bin,


Guhê te ser wan tişta be û nava wanda bimîne, wekî pêşdaçûyîna te hʼemûyava eʼyan be.


Û cotkʼar, ku cefê dikʼişîne, gerekê ew pêşin ji berêd eʼrdê teʼm ke.


Bîr bîne wî Îsa Mesîhê ji mirinê rʼakirî, ji zurʼeta Dawid, li gora wê Mizgînîya ez dannasîn dikim.


Awa ser Wî bifikirin, Yê ku li ber wan gunekʼarêd miqabilî Xwe teyax kir. Hingê hûnê newestin û ji îlacê nekʼevin.


Rʼêberêd xwe bîr bînin, yêd ku werʼa xebera Xwedê gotine. Dîna xwe bidine axirîya eʼmirê wan û çʼeʼv bidine bawerîya wan.


Awa xûşk-birayêd pîroz, hûn ku heval-pʼarêd wê gazîya eʼzmên in, li Îsa binihêrʼin, Wî şandîyî û Serekkʼahînê ku em îqrar dikin.


Awa dîna xwe bidinê, ku ew yekî çawayî mezin bû, ku Birahîmê baveʼşîr jî ji tʼalên dehek dayê.


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Eva «serwaxtîya» ne dayîna jorin e, lê ji dinê ye, ya merivayî ye û ji cina ye.


Lê serwaxtîya jorin, berê pêşin paqij e, paşê eʼdil e, milûk û berbihêr e, bi rʼeʼmê û berêd qencîyêva tʼijî ye, bê tʼagêr û bê hʼilekʼarî ye.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan