Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Leckʼarek jî kʼofîyê nastîne, heger li gora qeyde nekʼeve lecê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Sporvanek jî heta li gor rêbazan nekeve hevbezînê, çelenga serfiraziyê nastîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ләщкʼарәк жи кʼофийе настинә, һәгәр ль гора ԛәйдә нәкʼәвә ләще.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 ورزشکارَگ هَگو گورَیَگی قانونه نَچیتَ پِش، تاجا سَرکَوتِنه نابَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:5
14 Iomraidhean Croise  

«Biceʼdînin, ku hûn derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî Ez werʼa dibêjim, gelekê bixwazin bikʼevinê û wê nikaribin.


Rʼast e hinek ji hʼevsûdîyê û mixenetîyê Mesîh dannasîn dikin, lê hinek jî ji nêta qencîyê.


Bona wê yekê jî ez dixebitim û anegorî wê qewata Wî şerʼê xwe dikim, Ya ku nava minda bi zorayî ya Xwe dike.


We hê hʼeta xûnrʼêtinê miqabilî gune şerʼ nekirîye.


Te hinek wext ew ji milyakʼeta nimiztir kir, bi rʼûmet û hurmetê ew tʼac kir,


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Û gava Serekşivan eʼyan be, hûnê wê tʼacê rʼûmetê bistînin, ku çʼirûsîya wê unda nabe.


Ji wan tengasîya netirse, kʼîjanê bêne serê te. Va mîrêcin wê ji we hineka bavêje kelê, wekî hûn bêne cêrʼibandinê û hûnê dehe rʼoja cefê bikʼişînin. Hʼeta mirinê amin bimîne, Ezê tʼacê jîyînê bidime te.


Ezê zûtirekê bêm, çî te heye qewîn bigire, wekî tʼu kes tʼacê te nestîne.


ew her bîst çar rʼûspî ber Yê ku li ser tʼext rʼûniştî deverʼûya diçûn, serê xwe ber Wî dadanîn, Yê ku hʼeta-hʼetayê Sax e û tʼacêd xwe davîtine ber tʼext û digotin:


Li dora wî tʼextî bîst çar kʼursî hebûn û li ser wan kʼursîya bîst çar rʼûspî rʼûniştibûn. Kʼincêd çîle-qerqaş li wan bûn û tʼacêd zêrʼîn jî li serê wan bûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan