Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Awa tʼevî cefê me be, mîna eskerê Mesîh Îsayî qenc.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Wek leşkerekî qenc ê Mesîh Îsa bi min re tengahiyê bikişîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Аԝа тʼәви щәфе мә бә, мина әскәре Мәсиһ Исайи ԛәнщ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بینا سربازه مسیحْ عیسیْ یه قَنج، ناو زَجره واندا بِبَ شِریگ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:3
20 Iomraidhean Croise  

Eskera jî anegorî wî eʼmirê ku standin, Pawlos şev hildan birine Entîpetrîsê.


Hʼizkirin her gav dadixe, her gav bawer dike, her gav xweyîguman e, her gav sebir dike.


Kʼîjan esker ji kʼîsê xwe eskerîyê dike? Kʼî rʼez datîne û berê wê naxwe yan yê li ber pêz e şîrê pêz venaxwe?


Heger em teʼlî-tengîyada ne, ew bona berdilî û xilazbûna we ye û heger em berdilîkirî ne, ew bona wê berdilîya we ye, ku hûn bikaribin bi sebirê wan teʼlî-tengîya bikʼişînin, kʼîjana em jî dikʼişînin.


Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî,


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa bona wî sozê jîyînê, ya ku bi saya Mesîh Îsa ye,


Awa şerm neke, ku bona Xudanê me şeʼdetîyê bidî, ne jî bona min şerm bike, ku ez bona navê Wî girtî me. Lê tʼevî cefayê Mizgînîyê be, anegorî qewata Xwedê.


Lema ez her tiştî teyax dikim, bona xatirê bijartîya, ku ew jî wê xilazbûna ku bi saya Mesîh Îsa ye, bistînin, bi rʼûmeta hʼeta-hʼetayêva tʼevayî.


Bona vê Mizgînîyê ez diçerçirim, hʼeta mîna zulmkʼarekî jî qeydkirî me, lê xebera Xwedê qeydkirî nîne.


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Lê tu her tiştîda serxwe bimîne, li tengasîya sebir ke, kirê mizgîndar bike, qulixê xwe biqedîne.


Afîya xûşkrʼa û Arxîpoyê hevaleskerê xwerʼa û usa jî wê civînêrʼa ku mala teda dicive:


Wan rʼojêd pêşin bîr bînin, gava hûn hatine rʼonayîkirinê, we şerʼekî çawayî giran bi cefava dikʼişand.


Bi bawerîyê Mûsa Misir hişt û ji hêrsa pʼadşê netirsîya, çimkî Mûsa ewê ku nedihate kʼifşê didît û ser ya xwe ma.


Û bi vî awayî Birahîm bi dûmika dirêj gihîşte sozê Xwedê.


Xwezî li wî merivî, ku cêrʼibandinada teyax dike, çimkî gava bi cêrʼibandinê rʼûspî derê, ewê tʼacê jîyînê bistîne, kʼîjan ku Xwedê wanrʼa soz daye, yêd ku Wî hʼiz dikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan