Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:26 - Peymana Nû (Încîl)

26 Hingê ewê ser hʼişê xweda bên, ji tʼeleka wî mîrêcin xilaz bin, kʼîjanî ew girtine, ku eʼmirê wî biqedînin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

26 û bi ser hişê xwe ve bên, wisa ku ji xefika Îblîsê ku ji bo daxwaza xwe ew girtine, xilas bibin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

26 Һьнге әԝе сәр һʼьше хԝәда бен, жь тʼәләка ԝи мирещьн хьлаз бьн, кʼижани әԝ гьртьнә, кӧ әʼмьре ԝи бьԛәдиньн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 و بِنَ سَرخو و ژه طَلِگا ابلیس گو اَو اسیر گِرِنَ گو داخازیا وی بیننَ جی، بِحلِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:26
28 Iomraidhean Croise  

Çaxê yekî qewat bi çʼek xweyîtîyê mala xwe dike, tʼu tiştê wî zirar lê nabe.


Lê gava ew ser hʼişê xweda hat, got: ‹Çiqas pʼale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira birʼçîna dimirim.


usa jî Aqûb û Yûhʼennayê kurʼêd Zebedî, ku hevalêd Şimhʼûn bûn. Û Îsa Şimhʼûnrʼa got: «Netirse! Ji vir şûnda tê meriva mîna meʼsîya bigirî».


Wextê şîvxwarinê, mîrêcin qelpê xirab avîte dilê Cihûdayê kurʼê Şimhʼûnê Îsxeryotî, ku nemamîya Îsa bike.


Ewî hema çawa peʼrî ji dêst girt, mîrêcin kʼete nava wî. Îsa wîrʼa got: «Tê çi bikî zû bike».


wekî çʼeʼvêd wan vekî, ji teʼrîstanîyê berbi rʼonayê û ji hʼukumê mîrêcin berbi Xwedê vegerʼînî, wekî bi saya wê bawerîya ser min, gunêd wan bêne baxşandinê û tʼevî pʼara cimeʼta Min bin›.


Hingê Petrûs wîrʼa got: «Hananîya! Ev çawa bû ku mîrêcin qelpê xirab kire dilê te, ku tu Rʼuhʼê Pîrozrʼa derewa bikî û ji qîmetê eʼrdê hinekî veşêrî?


Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


wekî mîrêcin piştê li me neşkêne, çimkî em haş ji hʼunurêd wî hene.


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Ewî em ji hʼukumetîya teʼrîstanîyê xilaz kirin û cî-guhastî Pʼadşatîya Kurʼê Xweyî hʼizkirî kirin,


Ji wan bûn, Hûmenayo û Skender, yêd ku min dane destê mîrêcin, wekî ew hîn bin rʼastîya Xwedê bêhurmet nekin.


Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin.


ew zîyayê mezin jorda hate avîtinê. Eva ew meʼrê berê bû, ku jêrʼa mîrêcin û şeytʼan dibêjin, yê ku tʼemamîya dinê xalifandîye. Ew milyakʼetêd xweva jorda hatine avîtinê ser rʼûyê eʼrdê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan