Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Ji dilxwestinêd cahiltîyê birʼeve, xwe li heqîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, eʼdilayîyê bigire, tʼevî wan be, yêd ku bi dilê sax gazî navê Xudan dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Ji xwestekên xortaniyê bireve û bi wan ên ku ji dilekî paqij gazî Xudan dikin re li pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê bibeze.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Жь дьлхԝәстьнед щаһьлтийе бьрʼәвә, хԝә ль һәԛийе, баԝәрийе, һʼьзкьрьне, әʼдьлайийе бьгьрә, тʼәви ԝан бә, йед кӧ бь дьле сах гази наве Хӧдан дькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 بَجا ژه شهوته دَورانه زَلامَتیه بِحله و گَل اَونه گو بِ دلَگه پاک گاز خاده دِگَن، دوو صالِح بون و ایمان و مُحبّت و صُلح و سِلامتیه دا بَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:22
28 Iomraidhean Croise  

Gava kevir davîtinê, Steyfan dua kir û got: «Xudan Îsa, rʼuhʼê min bistîne».


Vir jî alîyê serekêd kʼahînada hʼukumê wî heye, hʼemûyêd ku gazî navê Te dikin bigire».


Çimkî Pʼadşatîya Xwedê xwarin û vexwarinêda nîne, lê heqî, eʼdilayî û şabûnêda ye, ku dayîna Rʼuhʼê Pîroz in.


Awa em hindava hevda ser nêta eʼdilayîyê û bawerî avakirinê bin.


De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hʼemûya yek be û dutîretî nava weda tʼunebin, lê hʼemû jî bi hevrʼa bin û ser nêt-meremekî bin.


civîna Xwedêye Korintʼêrʼa, buhurtî-jibarebûyîyêd yektîya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêrʼa gazîkirî, tʼevî wan hʼemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, Ew Xudanê wan û me ye:


Awa delalêd min, ji pʼûtpʼaristîyê birʼevin.


Demana hʼizkirinêda bin û hʼeyra pʼêşkʼêşêd rʼuhʼanîda bin, îlahî pʼêxembertîkirinê.


Ji qavîyê birʼevin! Hʼemû gunêd mayîne ku meriv dike, ji bedenê der e, lê ewê ku qavîyê dike, miqabilî bedena xwe guna dike.


Kʼerema Xudanê me pʼirʼ ser minda rʼijîya, tʼevî bawerî û hʼizkirina Mesîh Îsa.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Awa ez dixwazim ku mêr her dera destêd xweye hʼelal bilind kin, bê hêrs û bê şerʼ-deʼw dua bikin.


Nebe ku yek cahiltîya te bêhurmet ke, lê tu bawermendarʼa bibe nexşek, xeberdanêda, rʼabûn-rʼûniştinêda, hʼizkirinêda, bawerîyê û hʼelalîyêda.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


Delalno! Ez hîvî ji we dikim, çawa merivêd firarî û xerîbe vê dinê, hʼevza xwe ji dilhavijîyêd bedenê bikin, ku miqabilî rʼuhʼê we şerʼ dikin.


Bira ji xirabîyê vegerʼe, qencîyê bike û eʼdilayîyê bigerʼe, li pey wê herʼe.


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan