Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Awa heger yek xwe ji wan tiştêd necayîz paqij ke, ewê bibe derdaneke dereca bilind, buhurtî-jibare, kêrî xweyê xwe hatî, bona her derecêd qencda hazir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Îcar, eger yek xwe ji wan tiştan paqij bike, ewê bibe firaxeke ji bo karên birûmet, pîrozkirî û ji bo bikaranîna xwediyê xwe xweşkeys û ji bo hemû karên qenc amade.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Аԝа һәгәр йәк хԝә жь ԝан тьштед нәщайиз паԛьж кә, әԝе бьбә дәрданәкә дәрәща бьльнд, бӧһӧрти-жьбарә, кери хԝәйе хԝә һати, бона һәр дәрәщед ԛәнщда һазьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بَجا هَگو مِرُوَگ خو ژه وان دِشده گو مِن گُتن پاک خُدان گَت، اَو دیه بِبیتَ آمانَگ بُ شُله مُهِم، بینا آمانَگه مُقدسَ هاتی بِژارتِن، گو گِیر شُلا خُدانه ماله تِت و بُ هر شُلَگه قَنج حاضِرَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:21
21 Iomraidhean Croise  

Lê Xudan jêrʼa got: «Tu herʼe, çimkî Min ew çawa hacetek bijartîye, wekî navê Min necihûya, pʼadşa û zarʼêd Îsraêlêva bide naskirinê.


Vî hevîrtirʼşkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtirʼşk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî Berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê.


Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Xwedê dikare hʼemû alîyava ser weda bibarîne, wekî her alîyada her gav hʼemû tiştêd weye kêrhatî hebin û zêde be jî bona her kirinêd qenc.


Belê em çêkirîyêd Wî ne, yektîya Mesîh Îsada xuliqî, bona kirinêd qenc, ya ku Xwedê pêşda hazir kir, ku em wanda bimînin.


Lê tu, merivê Xwedê ji van tişta birʼeve û pey heqîyê, xwedênasîyê, bawerîyê, hʼizkirinê, sebirê û milûktîyê herʼe.


Lê ji xeberdanêd hʼerame pʼûçʼ xwe dûr bigire, çimkî evêd ku xwe dane vê yekê, wê hê nepʼakîyêda pêşda herʼin


Maleke mezinda ne ku tʼenê derdanêd zêrʼ û zîv hene, lê yêd ji dar û hʼerʼîyê jî hene, hinek bona derecêd bilind in, hinek jî bona derecêd nimiz.


wekî merivê Xwedê bêkêmasî be, bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî be.


Tʼenê Lûqa cem min maye. Marqos hilde tʼevî xwe bîne, çimkî vî qulixîda ew kêrî min tê.


Bike bîra cimeʼtê, ku gurʼa serwêr û hʼukumeta bikin, guhdar bin û bona hʼemû kirinêd qenc hazir sekinî bin.


Yêd ji me jî bira hîn bin, pey kirinêd qenc bin, wekî kêrî hʼewcetîya merivayê bên û bê ber nebin.


Vê gotinêda xêlif tʼune. Û ez dixwazim ku tu van tişta eʼseyî kî, wekî yêd ku bawerîya xwe Xwedê tînin, xîret kin, tiştêd qenc bikin. Evana merivarʼa qenc û kʼar in.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Ev yek dibe sebeb, wekî xalisîya bawerîya we hê bi qîmet kʼifş be, ne ku ew zêrʼê ku nava êgirda tê cêrʼibandinê lê dîsa unda dibe û bi vî awayî ew bawerîya we wê hêjayî pesin, rʼûmet û qedir be, wextê xuyabûna Îsa Mesîh.


Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan