Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 2:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

2 Û wan tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine, bispêre wan mirovên dilsoz ên ku wê bikarin hînî hinekên din bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

2 У әԝ тьштед кӧ тә ль бәр гәләк шәʼда жь мьн бьһист, бьсперә ԝан мәрьвед амьн, йед кӧ ԝе бькарьбьн һьнәкед дьн һин кьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 و وان قِسه گو تَ حُضورا گَلَک شاهِدادا ژه مِن بیهیستیَ، بِسپارَ مِرُوه وفادار گو بِگارِن دَرسه بِدَنَ مِرُوه دی ژی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 2:2
33 Iomraidhean Croise  

Ewî jî wanarʼa got: «Bona vê yekê her qanûnzanek ku Pʼadşatîya Eʼzmana hîn bûye, mîna merivekî xweyîmilkʼ e, ku ji xizna xwe tiştêd kevin û nû derdixe».


Va ye Min pêşda werʼa got.


Xudan got: «Kʼî ye ew wekʼîlxercê amin û serwaxt, ku axayê wî, wê wî ser xulamêd xwe serwêr kʼifş ke, ku wextda xwarina wan bide wan.


Ji wekʼîl jî dikʼeve ku ew amin be.


Lê şikir ji Xwedê, ku tʼimê me pʼêga kʼoma Mesîhe serkʼetinêda pêşda dibe û bîna naskirina xwe bi me her dera bela dike.


Ne ku em ji xwe hʼesab dikin ku em layîqî vê kirinê ne, lê karîna me ji Xwedê ye.


Hûn vê yekê ji hevalxulamê meyî hʼizkirî Êpafras hîn bûne, ku hindava meda berdestîkî Mesîhî amin e.


Ez ji Mesîh Îsayê Xudanê me rʼazî me, Yê ku qewat da min, ez amin hʼesab kirim, danîme ser vê xizmetkʼarîyê.


Vê tʼemîyê ez didime te, lawê min Tîmotʼêyo, li gora wan pʼêxembertîyêd ku pêşda bona te bûn, wekî tu bi wan şerʼê xweyî qenc bikî,


Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke.


Leca bawerîyêda qenc birʼeve, jîyîna hʼeta-hʼetayê qazinc ke, kʼîjanêrʼa tu hatî gazîkirinê û li ber gelek şeʼda te ew îqrara qenc îqrar kir.


Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî,


Lê tu, nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û wê bawerîyêda jî guman bûyî. Tu zanî ji kʼîjana hîn bûyî,


Lema jî Îsa gerekê bi her alîyava bibûya mîna xûşk-bira, ku bibûya serekkʼahînekî rʼeʼm û amin li xizmetkʼarîya ber Xwedêda, wekî gunêd cimeʼtê bida kʼewandinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan