Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 1:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Çimkî Xwedê rʼuhʼekî tirsê neda me, lê Yê qewatê, hʼizkirinê û xwegirtinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Чьмки Хԝәде рʼӧһʼәки тьрсе нәда мә, ле Йе ԛәԝате, һʼьзкьрьне у хԝәгьртьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 چون اَو رِحا گو خدا دایَ مَ، رِحا تِرسه نینَ، بَلگو رِحا قُدرَت و مُحبّت و خوراگِرتِنه یَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 1:7
28 Iomraidhean Croise  

Awa Min hʼukum daye we, ku hûn meʼr û dûpʼişka û tʼemamîya qewata dijmin pʼêpeskin û qet tʼu tiştê zirarê nede we.


Lê gava ew ser hʼişê xweda hat, got: ‹Çiqas pʼale mala bavê minda hene, ku nan dixwin û ber wan dimîne, lê ez vira birʼçîna dimirim.


Û va Ezê sozê Bavê Xwe werʼa bişînim. Orşelîmêda bimînin, hʼeta hûn qewatê ji jor bistînin».


Meriv rʼabûn çûn, ku tiştê bûyî bibînin. Gava hatine cem Îsa, dîna xwe danê, wê ew merivê ku cin jê derkʼetibûn, kʼincê wî lê, ser hʼişê xweda hatî, li ber nigêd Îsa rʼûniştî ye. Hingê ew tirsîyan.


Ez eʼdilayîyê werʼa dihêlim, wê eʼdilayîya Xwe didime we. Ez usa nadim çawa ku dinya dide we. Bira dilê we neqilqile û netirsin!


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Lê Pawlos cab da û got: «Hûn çi dikin? Çima hûn digirîn û dilê min dişkênin? Ez Orşelîmêda bona navê Xudan Îsa ne ku tʼenê bona girêdanê, lê bona kuştinê jî hazir im».


Hʼemû kʼinîştada gelek cara min ew didane cezayê û dikir ku zorê bidime wan ku wê bawerîya xwe înkʼar kin. Min kʼîna wan girtibû, hʼeta bajarêd xerîbda jî ew dizêrandin.


Pawlos gotê: «Ez xwe unda nakim Fêstoyê xweyîqedir, lê xeberêd rʼast û çê dibêjim.


Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin.


Lê Şawûl hînkirinêda hê qewat dibû, îzbat dikir ku Mesîh hema Îsa ye û dengê hʼemû cihûyêd Şamêda dida birʼînê.


Û guman jî me rʼûrʼeş nake, çimkî hʼizkirina Xwedê ser meda bi wî Rʼuhʼê Pîroz barîye, Yê ku merʼa hatîye dayînê.


Çimkî we rʼuhʼekî usa nestandîye, ku we dîsa bike xulam bitirsin, lê we ew Rʼuhʼ standîye, Yê ku we dike lawêd Xwedê, bi Kʼîjanî gazî Wî dikin: «Abba!» awa gotî «Bavo!»


Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtîya merivayîye zarxweşîyê bû, lê bi îzbatîya qewata Rʼuhʼê Pîroz bû.


Lê berêd Rʼuhʼ ev in: Hʼizkirin, şabûn, eʼdilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî,


Ewî bona wê hʼizkirina ku Rʼuhʼ daye we merʼa got.


û yêd ku tʼemamîya eʼmirê xweda hêsîrêd tirsa mirinê bûne xilaz ke.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Hʼizkirinêda tirs tʼune, lê hʼizkirina gihîştî tirsê dûr dixe, çimkî tirs xweyîcefa ye û ewê ku ditirse, ew hʼizkirinêda hê negihîştîye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan