Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 1:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Ez wê baweriya te ya ji dil tînim bîra xwe, ku pêşî di dilê dapîra te Loyîsê û diya te Evnîkê de bû û ez piştrast im ku di dilê te de ye jî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әз ԝе баԝәрийа тәйә дьле сах тиньмә бира хԝә, йа кӧ бәре щәм пирька тә Лойисе у дийа тә Әйньке һәбу у әз баԝәр ьм, кӧ йа тә жи һәйә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَز ایمانا تَ یا خالص تینِمَ بیراخو، هَمَن اَو ایمانا گو اَوِلی ناو داپیرا تَ لوئیس دا و پاشه ناو داییگا تَ یونیکیه دا بو، و نَهَ ژی مِن اطمینان هَیَ گو ناو تَدایَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 1:5
25 Iomraidhean Croise  

Gava Îsa dît ku Natanyêl berbi Wî tê, derheqa wîda got: «Va ye îsraêlîkî heqî-hʼelal ku dilê wîda mixenetî tʼune».


Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.


Pʼadşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulçʼekîda nebûye.


Ez vê yekê zanim û Xudan Îsada guman im, ku tiştekî ji xwe hʼeram tʼune, lê bona wî hʼeram e, yê ku hʼeram hʼesab dike.


Yek rʼojekê ser rʼojê dinrʼa digire, yek jî hʼemû rʼoja weke hev digire. Bira her kes feʼmîna xweda bawer be.


Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qencîyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin.


û wê yekêda bawer bû, ku Yê soz daye wê bîne sêrî jî.


Çimkî ez eʼseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyakʼet, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tʼu qewat,


bi nixta hʼelal, bi zanebûnê, bi dilê fire, bi şîrinayîyê, bi Rʼuhʼê Pîroz û bi hʼizkirina bêhʼilekʼarî,


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Heger tu van şîreta bidî xûşk-bira, tê bibî qulixkʼarê Mesîh Îsayî qenc, çawa tu xwexa jî bi wan gotinêd bawerîyê û hînbûna qence ku tu pey çûyî, qinyat dibî.


û lema ez vî cefayî dikʼişînim. Lê ez şerm nakim, çimkî zanim min bawerîya xwe Kʼê anîye û guman im jî, ku Ewî çi ku spartîye min, wê hʼeta wê Rʼojê jî xwey ke.


usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.


Ev hʼemû jî ku bawerîyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tʼenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn û xwe mukurʼ hatin, ku ew merîne xerîb û firarî ne li ser dinê.


Rʼast e em aha xeber didin delalno, lê em weda guman in, wekî hûn ser rʼêke hê qenc in, ku we dibe berbi xilazbûnê.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan