Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Tîmotʼêyo II 1:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Ez ji Xwedê rʼazî me, ku mîna pêşîyêd xwe bi îsafa rʼihʼet Wîrʼa xulamtîyê dikim, her gav şev û rʼoj nava duayêd xweda te bîr tînim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Ez hergav şev û roj di duayên xwe de te tînim bîra xwe û ji Xwedayê ku ez ji bav û kalan ve bi wijdana paqij diperizimê re şikir dikim

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Әз жь Хԝәде рʼази мә, кӧ мина пешийед хԝә бь исафа рʼьһʼәт Ԝирʼа хӧламтийе дькьм, һәр гав шәв у рʼож нава дӧайед хԝәда тә бир тиньм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 وقته گو اَز شَو و رُژ سَریگ تَ دعایه خودا تینِمَ بیراخو، شُکرا خدا دِگَم، هَمَن اَو خدایه گو اَز بِ وجدانَگه پاک بُ وی خِذمَته دِگَم، هَ وِسا گو باوانه مِن گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Tîmotʼêyo II 1:3
21 Iomraidhean Croise  

Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband.


«Ez merivekî cihû me, bajarê Tarsûsa Kîlîkyayêda ji dîya xwe bûme, lê vî bajarîda bin destê Gamalyêlda çawa şagirt mezin bûme û hʼemû Qanûna kal-bava jî bi fesal-rʼast hîn bûme, hindava Xwedêda jî xweyîxîret bûm, çawa ku hûn hʼemû îro.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Bona vê yekê çiqas ji min tê, ez diceʼdînim hʼemû wextî bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê û meriva bim.


Hʼemû cihû zanin ku min çawa eʼmirê xwe ji zarʼotîya xweda girtî nava miletê xwe û li Orşelîmêda derbaz kirîye.


Çimkî hema vê şeva derbazbûyî milyakʼetekî wî Xwedêyê ku ez pʼara Wî me û Wî dihʼebînim, minva xuya bû


Ez bi Mesîh bê xêlif rʼast dibêjim û îsafa min jî bi saya Rʼuhʼê Pîroz minrʼa şeʼdetîyê dide,


Rʼûspîtîya me ev e: Îsafa me şeʼdetîyê dide, wekî me bi dilê sax û vekirî ji Xwedêda li vê dinê eʼmirê xwe derbaz kir, îlahî hindava weda, ne ku bi serwaxtîya merivayîyê, lê bi kʼerema Xwedê.


Ez nava cihûtîyêda ji gelek hevalêd xweye cihû pêşdatir çûbûm, alîyê rʼaw-rʼizima kal-bavada jî gelekî xweyîxîret bûm.


bona we min dest ji şikirdayînê nekʼişandîye. Ez tʼimê nava duayêd xweda we bîr tînim,


Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin.


dest ji bawerîyê neke û îsafa xwe rʼihʼet xwey ke. Hineka ev yek ji xwe dûr xistine, dewra bawerîya xwe welgerʼandin.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.


Ez wê bawerîya teye dilê sax tînime bîra xwe, ya ku berê cem pîrika te Loyîsê û dîya te Eynikê hebû û ez bawer im, ku ya te jî heye.


usa jî tu ji zarʼotîya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi bawerîya ser Mesîh Îsa xilaz bî.


Îsa Mesîh duhu, îro û hʼeta-hʼetayê yek e.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan